BEDLÎS – Walîtiya Bedlîsê ragihand ku li 5 gund û 2 mezrayên navçeya Xîzanê “qedexeya derketina derve” îlan kiriye.
Walîtiya Bedlîsê bi daxuyaniyek nivîskî aşkere kir li gundê Bercûm û mezrayê wê Doyumlu, gundê Az û mezraya wê Mezra Az, Varabin, Kernî Nîzar û Selûh yên girêdayî navçeya Xîzana Bedlîsê “qedexeya derketina derve” hatiye îlankirin. Walîtiyê ragihand ku dê qedexe di navbera saet 16.00-07.00’an de pêk bê û heta fermana duyemîn bidome.