ŞIRNEX - Dayika endama KJA'yê Fatma Uyar a bi 2 jinên siyasetmedar re li Silopiyê hat kuştin Hatîce Uyar, aşkera kir ku Fatma ji bo mirov bijîn çû Silopiyê, li wir hat kuştin û wiha got: "Divê em wan ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin."
Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar, dema di qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiyê ya Şirnexê de, di 4'ê Çileya 2016'an de ji taxa Karşiyakayê bi endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir re derbasî taxa Yeşîlyurtê dibû, di êrîşa hêzên dewletê de hatibûn kuştin.
Uyar demek dirêj di têkoşîna azadiya jinê û xebatên siyasî de xebitî, di sala 1993'yan li gundê Duhokê tê dinê û bi malbata xwe re koçî Şirnexê dike. Ji 7 zarokên malbatê ya herî piçûk e, di temenekê piçûk de ji ber xebatên siyasî tê girtin û 9 sal ceza lê tê birîn. Uyar 5 sal û 3 meha li girtîgehên Sêrt û Mêrdînê dimîne, dadgeh osyaya dozê xirab dike û Uyar tê beraetkirin. Uyar piştî ji girtîgehê dertê, li cihê mayî xebatên xwe dewam dike, dema bi Sêvê û Pakîzeyê re alîkarî didan sivîlên li taxan, di êrîşa hêzên dewletê de hatin qetilkirin.
‘GIRÊDANA WÊ YA BI GEL RE XURT BÛ’
Dayik Hatîce Uyar piştî keça wê tê kuştin, salek şûn de bi îdiaya "Endama rêxistinê ye" tê girtin û 3 mehan di girtîgehê de dimîne. Uyar bîranînên xwe yên der barê têkoşîna keça xwe de wiha vegot: "Girêdana wê ya bi gel re ji malbatê zêdetir bû. Ji derveyê girtîgeh û xebatên siyasî min zêde keça xwe nedidît. Ji me zêdetir, dema wê bi cîranan re derbas dibû. Her dem bi pirsgirêkên civakê û bi taybetî bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibû."
CARA DAWÎ BI DAYIKA XWE RE AXIVÎ
Uyar destnîşan kir ku dema hevjînê Reşît Uyar di operasyona "KCK'ê" de hatiye girtin, keça wê li cihê ku biçe girtîgehê serdana bavê xwe, çûye Silopiyê û alîkarî daye gel û wiha axivî: "Dema keça min li Girtîgeha Mêrdînê girtî bû, bavê wê jî hat girtin û birin heman girtîgehê. Ji bo keça min hewaya girtîgehê bi bavê xwe re nekişîne, keça min sirgûnê Girtîgeha Sêrtê kirin. Lê dema serbest hat berdan dîsa dest bi xebatên xwe kir. Berî ku jiyana xwe ji dest bide, bi min re axivî. Got ku 'Ez ê di nava 3 rojan de li te bigerim. Heke ez negerim bizanibe ku ez şehîd ketime.' Piştî wê ji xwe me careke din neaxivî."
‘JI BO JIYANÊ ÇÛ HAT KUŞTIN’
Uyar got ku "Fatma kezeva min bû" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min tu carê negotê xebatên siyasî neke. Ji ber ku ez jî bi wê re heman fikrê de me. Tenê xeyaleke wê hebû ku mirov bi hev re azad û di nava aştiyê de bijîn. Ji bo mirov bijîn çû Silopiyê û li wir hat şehîdkirin."
‘DIVÊ NEYÊN JI BÎRKIRIN’
Uyar aşkera kir ku her rojên Pêncşemê diçe goristana Şirnexê, gora keça xwe ziyaret dike û diayan dixwîne û wiha pê de çû: "Tu tiştên aydê wê li gel min neman. Tenê daxwazeke wê hebû ew jî xebata ji bo gelê bû. Divê mirovên ku berdêl dane neyên ji bîrkirin. Ne tenê Fatma, divê Sêvê, Pakîze, Mehmet Tunç, Asya Yuksel û hemû mirovên ku jiyana xwe ji dest dan, divê neyên ji bîrkirin."