MÊRSÎN - Malbatên girtiyan li dijî pêkanîna kincên yek tîpî derketin û wiha gotin: “Em ê xwedî li berxwedana xizmên xwe yên girtî derbikevin û ger bê xwestin em ê pêşiya girtîgahan terk nekin.”
Malbat û xizmên girtiyan bertek nîşanî pêkanîna kincên yek tîpî ku bi KHK’a Hejmara 696’an hat derxistin dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Abdullah Oguz, pismamê Ahmet Oguzê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtiye, diyar kir ku bi pêkanîna kincên yek tîpî tê xwestin ku pêkanînên cuda têxin pratîkê û wiha axivî: “Armanca hikûmetê ew e ku hemû cudahiyan bike yek tîpî û dê di encama vê de welat ber bi şerekî navxweyî ve bibe. Weke malbatên girtiyan teqez em pêkanîna kincên yek tîpî qebûl nakin. Em ê her tim bi hemû girtiyan re di nava piştevaniyê de bin. Çi bê xwestin em ê bi wan re bikin û têbikoşin. Divê hemû kesên bi wijdan li dijî pêkanîna kincên yek tîpî tevî girtiyan li ber xwe bidin.”
‘DÊ CARDIN BI SER NEKEV'
Birayê Ozan Beştaş ê li girtîgeha Bandirmayê û apê Huseyîn Bektaş ê li Girtîgeha Kirikkalê Bahattîn Bektaş, anî ziman ku pêkanîna yek tîpî berhema hişmendiya tekparêziyê ye û wiha axivî: “Di 12’ê Îlonê de jî pêkanînên wiha xwestin bixin pratîkê, lê rastî berxwedana girtî û malbatên girtiyan hatin. Ev pêkanîn dê îro jî bi heman berxwedanê bi ser nekeve. Em ê li dijî pêkanîna yek tîpî derbikevin. Ev pêkanîn li dijî nirxê mirovahiyê ye û teqez nayê qebûl kirin.”
'EM Ê PÊŞIYA GIRTÎGEHAN TERK NEKIN’
Dayîk Şehrîban Çoban a di Girtîgeha Tarsusê de Nafiye Çoban jî, diyar kir ku ew ê li dijî kincên yek tîpî ger bê xwestin pêşiya girtîgehan terk nekin û wiha got: “Ji xwe heta bêje êrîş li ser zarokên me hene. Weke ku ev têrê nake vê carê pêkanîna kincên yek tîpî anîn û li zarokên me ferz dikin. Ev pêkanîn nayê qebûl kirin. Di hevdîtina herî dawî de keça min ji min re got ‘ew ê pêkanîna kincên yek tîpî qebûl nekin û li dijî vê yekê ne. Ger bixwazin bi darê zorê li me bikin, em ê biçirînîn û bavêjin. Teqez em ê kincên yek tîpî qebûl nekin.’ Heya dawiyê ez ê piştgiriyê bidim berxwedan keça xwe û hevalên wê yên girtî.”
Çoban, her dawî bang li her kesî kir ku li dijî sepandina pêkanîna kincên yek tîpî derbikevin.