BÛRSA – Bi KHK’ya dawî re biryara ku dê navçeya Gemlîkê bê veguhastin hat dayîn. Şêniyên Gemlîkê bertek nîşanî vê rewşê dan û gotin ku ew vê biryarê nas nakin û ew ê malên xwe neterikînin.
Di Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê De (KHK) a Jimare 696’an de biryara ku dê navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bê veguhastin hat dayîn. Li gor madeya 25’emîna a demborî Qanûna Parastina Zeytûnan li pêş veguhastina Gemlîkê asteng bû, lê belê bi vê qanûnê re ev astengî ji holê hat rakirin. Lê belê gemlîkî destnîşan dikin ku ew vê qanûnê nas nakin û ew ê malên xwe neterikînin.
Esnafê Gemlîkê Adnan Kose got ku biryara hatiye dayîn biryareke siyasî û xelet e. Kose ev tişt gotin: “Dema dikanên me bên rûxandin em ê çawa debara xwe bikin. Kes vê yekê nabêje. Bila bêyî me der barê me de biryaran nedin.”
‘DI NEZDA GEL DE TÊBORIYA WÊ TUNE YE’
Halîl Kayaliyê 30 sal in li Gemlîkê dijî jî destnîşan kir ku di nezda gel de tu têboriyaeke vê qanûnê tune ye. Kaya balê kişand ser gelek înşeatên niha li Gemlîkê tên çêkirin û ev tişt gotin: “Şaredarî ji hêlekê ji bo avahiyên nû tên çêkirin destûra îmarê dide, li hêla din jî bi qanûna nû hatiye derxistin tê gotin ku dê Gemlîk bê veguhastin. Ev nakokiyeke çawa ye, hîn jî me fêm nekiriye.” Kayali got ku ew naxwazin Gemlîk bê veguhastin.
‘LI PIŞT VÊ BIRYARÊ RANT HEYE’
Esnafê bi navê Cemal Aksunger jî anî ziman ku ji bo veguhestina Gemlîkê herî kêm 30 sal dem lazim e û wiha domand: “Şaredariyeke ku navenda çarşiyê îstimlaq kir û nikare wê vebike, wê vê navçeya mezin çawa veguhêzîne. Ji bo me cihê meraqeke mezin e.” Aksunger got ku li pişt vê biryarê rant heye û wiha got: “Heke hûn dixwazin vî bajarî sererast bikin, pêşî navenda çarşiyê sererast bikin. Taxên şevnişîn lê hene û divê bên rûxandin hene. Heke bi rastî jî hûn dixwazin welatiyan biparêzin, alîkariya welatiyan bikin û dest nedin perava me.”