MÊRSÎN - Rojnameger Şîrîn Çoban ku berî hefteyekê hat binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Xebatkara rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ên bi KHK’ê hatin girtin Şirîn Çoban ku bi hinceta derbarê wê de biryara girtinê heye, berî hefteyekê li Mêrsînê hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Midûrheta Polîsan Çoban derxistin dozgeriyê. Dozger piştî îfadeya Çoban girt, bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî Çoban bi şertê kontrola edlî serbest berda.