DÎLOK - Li Navçeya Şahînbey a Dîlokê jina 73 salî ji ber dûmana sobê jehrî bû û jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Turan Emeksîz a navçeya Şahînbey a Dîlokê, Emîne Çevîk a 73 salî ya bi tena serê xwe dijî, ji ber dûmana sobê jehrî bû û rakirin nexweşxanê. Dema serê sibê xizmên pîra 73 sali hatin mala wê dîtin ku serhişê xwe çûye û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ersîn Arslan. Lê ligel hemû hewldanan jina pîr Emîne Çevîk jiyana xwe ji dest da.