KOCAELÎ - Dadgehê salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin birî.
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tugluk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin, derket pêşberî Dadgeha Cezayê Aslî yê Kandirayê. Tugluk ku bi îdîaya “Li dijî qanûnên xwepêşandan û civînan derketin” hat darizandin. Tugluk û parêzerê xwe Nurî Tan beşdarî dadgehê bûn. Piştî danasîna nasnameyê Tukluk parastina xwe ya berê dubare kir û beraeta xwe xwest.
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Tugluk birî.