NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî desthilatdarî û zordariya siyasî, aborî û leşkerî ya rejîma Îranê berdewam dikin.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di şeva 5’an a xwepêşandanên gel ên li dijî gendelî, hejarî û siyaseta zordar û dij demokratîk ya rejîma Îranê berdewam kir. Gel li dijî êrîşên hêzên rejîmê parastina xwe kirin û qadan terk nekirin. Li paytexta Îranê Tehranê xwepêşandana gelên Îranê li Cadeya Înqilabê destpê kir. Hate ragihandin ku xwepêşanderan weke nerazîbûneke li dijî sîstemê wesayîtên girêdayî dewletê jî şewitandine. Li Tehranê zêdetir dirûşmeyên xwepêşanderan li dijî sîstema Komera Îslamiya Îranê û Rêberê wî yê Olî Elî Xameneyî bûye.
Li bajarên Xumeynî Şehr, Qehderîcan, Necef Abadî, parêzgeha Îsfehan, Tebrîz, Kerec, Erdebîl, Bîrcend, Bender Ebas, Mescid Silêman û Nurabad xwepêşandan pêk hatine. Li gorî dîmenên tên weşandin, aloziyên mezin di navbera hêzên Îranê û xwepêşanderan de rû dide. Li bajarê Necef Abad di alozî û şerê di navbera xwepêşanderan û polîsan de, polîseke rejîmê hate kuştin. Li gorî ajansên nûçeyan heya niha di xwepêşandanan de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, lê heya niha ev hejmar ji aliyê cihên peywendîdar ve nahatine piştrast kirin. Her wiha têgotin ku heya niha nêzî 400 kes jî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.
LI KIRMANŞAN Û SÎNEYÊ JÎ ÇALAKIYAN BERDEWAM KIR
Wezareta Îtlaeta Îranê gel hişyar kir û ji bo rawestandina çalakiyan jî gefa desteserkirinê li xwepêşandaran xwar. Li bajarê Kirmaşan û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê jî tevî astengkirina medya civakî ku nekarin xwe bi wê rêyê rêxistin bikin jî, şevê din xwepêşandan dîsa berdewam kir. Ji destpêka xwepêşandan ve welatiyên Kirmaşan di nava xwepêşandanan de ne. Şevê din jî agir berdan navenda polîsan û dirûşmeyên weke 'Mirin ji Xamneyî re', 'Bijî gerîla, bijî pêşmerge û bijî Kurdistan' gotin. Duh bang hatibû kirin ku îro greva giştî li seranserî Îranê destpê bike, lê hê agahiyeke zelal destpêkirina greva giştî ne hatiye bidest xistin.