NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê, çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî rejîmê didomin. Hêzên rejîmê li eyaleta Îsfahanê di çalakiyên duh de 5 kes kuştin.
Li Îranê çalakî û xwepêşandanên li dijî rejîmê didomin. Tê payîn ku îro asta çalakiyan mezintir bibe. Di çalakiyên 01'ê Çile de jî, hat diyar kirin ku li eyaleta Îsfahanê 5 çalakvan hatin kuştin.