Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne

img

ŞIRNEX - Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopî Pakîze Nayir Behiye Nayir, di 2'emîn salvegera kuştina keça xwe de diyar kir ku ew hevala wê bû. Dayik Nayir niha li şûna keça xwe di rêveberiya HDP'ê de têkoşînê didomîne. 

Li navçeya Silopiya Şirnexê 14'ê Kanûna 2015'an "qedexeya derketina kolanan" hat îlankirin û hêzên dewletê li dijî Navçeya Sîlopyayê êrîşên giran pêk anîn. Di êrîşa 4'ê Çileya 2016'an de 3 jinên siyasetmedarên kurd endama meclîsa partiya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir û aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar dema ji taxa Karşiyaka derbasê taxa Yeşîlyurt dibûn di gule barana polîsan de hatin kuştin. Ji 3 jinên siyasetmedarên kurd Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir tekoşînek mezin li pey xwe hişt 
 
PÊŞENGIYA TEKOŞÎNA JINÊ KIR
 
Pakîze di cîwaniya xwe de tevlê xebatên tekoşîna jinê bû. Bi xebat û tekoşîna xwe navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsand. Pakîze di sala 1990'an li gundê Ziristan ya navçeya Silopiya ji dayik bû. Demek şûnde koçberê Silopiya bûn. Ji Silopiya jî koçberê Nisêbîna Mêrdînê bûn. 6 salên xwe li vir derbas kir. Piştre carek din vegeriyan Silopiya. Piştî sal derbas bûn, Pakîze li aliyekî karê malê kir, li aliyê din xebatên siyasî meşand. Pakîze bi salan xebatên siyasî meşînd. Tekoşîna wê bi Sêvê Demîr re berdewam kir. Pakîze bi Sêvê û Fatma re pêşengiya xebatên jinê dikin û Akademiya Mala Jinê ava kirin. Pakîze pêşketina tekoşîna jinên Silopiya peyvirek giring da ser milên xwe û piştre jî xebatên xwe bi Hevserokatiya Meclîsa Gel didomîne.
 
GERDANÎ Û GUSTÎLA XWE JI DAYIKA XWE RE HÊLA
 
Li ser guhertina konsepta hikûmetê di 24'ê Tirmeha 2015'an de pêvajoya şer dest pê kir. Di vê serdemê pêşengiya Meclîsa Gel a Silopiya de rêveberiya cewherî hat îlankirin. Bi qedexeya derketina kolanan re êrîşên hêzên dewletê ya li hemberî rêveberiya cewherî destpê dike û Nayir bi her du hevalên xwe yên siyasetmedarên jin re di encama gule barana polîs û tîmên taybet de hatin kuştin. Pakîze ji beriya rojekê ya îlan kirina qedexeya derketine kolanan gerdaniya navê wê li ser û gustîla xwe dabû dayika xwe û tevlê tekoşîna rêveberiya cewherî ya gelê Silopiya bûbû. Piştre li pey xwe têkoşînek dîrokî hişt. 
 
‘SERKEFTINA BOTANÊ SERKEFTINA TEWAHIYA MIROVAHIYÊ YE'
 
Pakîze dema qedexeya derketina kolanan pirsgirîk û êrîşên hêzên dewletê ya li hemberî gel ji raya giştî re ragihand. Herî dawî bi riya telefonê tevlê televîzyonê bûbû û gotibû: "Pêkanînên vir pêkanînên Kobanê derbastir kir. Dewlet zilmê ji gelê kurd re rewa dibîne. Lê gel serî netewand, natewîne. Kolanan terk nake. Bi gotina 'Em têk naçin' diqîrin. Li ser gelê Botanê qirkirin pêk hat. Heger îro deng nedin Botanê sibê dê bibe dereng. Ez bang li dewletê dikim; eqlê xwe bênin serê xwe. Rêveberiya cewherî û parastina cewherî mafê me yê rewa ye, em dest ji mafê xwe bernadin. Tu hiqûq, qanûn û bawerî de êrîşên wisa yên hovane tune ye. Banga min ji her kesê re ye; vê qêrînê bibîhîsin, sibê dê bibe dereng. Bawer bikin serkeftina Botanê serkeftina tewahiya Botanê ye."
 
DAYIKA BEHIYE: EZ BI JIYANA PAKÎZE HER TIM SERBILINDIM
 
 Di 2'emîn salvegera 3 jinên siyasetmedarên kurd de piştî malbata Sêvê Demîr me berê xwe da mala Pakîze û li ber deriyê mala wê dayika wê Behiye Nayir me pêşwazî kir. Li diwarên malê wêneyên Pakîze hatiye xemilandin û dayika wê jî bi serbilindî destpê vegotina jiyana keça xwe dike. Dayika Behiye bi van gotinan zarokatiya Pakîze vegot: "Ji zarokatiya wê heya çû ber dilovaniya xwe ez bi jiyana wê her tim serbilindim. 5 salan çû dibistanê lê me piştre wê ji dibistanê kir. Piştre çû qursên cûr bi cûr. Demekê bi her du birayên xwe re firinê de xebitî. Herî dawî kuafor vekir û li ser piyên xwe ma."
 
'PAKÎZE HEVALA MIN, RÊHEVALA MIN BÛ'
 
Dayika Behiye anî ziman keça wî pêşengê mala wê bû û pêvajoya jiyana Pakîze ya siyasetmedariyê wiha vegot: "Pakîze jinêk çeleng û cîwan bû. Keça min fedakar bû, pêşengê hevalên xwe bû. Rojên ji bo rizgar kirina Kobanê dema diçû nobeta sînor hê li bîra min e. Ji dayikan re gelek kedkar bû û baldar bû. Pakîze hevala min, rêhevala min bû. Bila êdî Pakîze neyên kuştin, bila êdî dayik negirîn. Em dayik ne berxê li ber kêrê ne, em jî dixwazin wekî dayikên cîhanê bijîn."
 
'TU ÇEKÊN PAKÎZE NEBÛ'
 
Dayika Behiye gerdanî û gustîla Pakîze digire destê xwe û axaftina xwe wiha domand: "Tu çekên Pakîzeyê nebû, siyasetmedar bû. Dibêjin çek destê wan de bû, direwan dikin. Pakîze nefretê ji çekan dikir, nehêla bavê wî tiving ji xwe re bistîne. Sêvê birîndar bû, dema alîkariya wê dikir hat înfazkirin. Ez dest ji vê dozê bernadim."
 
‘MIN CIHÊ VALE NEHÊLA'
 
Dayika Behiye di nava rêxistina HDP'ê ya Silopiya de jî cîh digire û bi vî avayê tekoşîna keça xwe didomîne û sedema wî ji bi van gotinan vegot: "Min cihê keça xwe vale nehêla. Ez ê tekoşîna wê bidomînim. Ez dayika aştiyê me, ji bo aştiyê tekoşînê didim. Ji ber ku heya aştî neyê wê axê, tu kes nikare bijî."
 
MA - Ozgur Paksoy-Berzan Guneş
 
 
 

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin