STENBOL – Hakki Aradag piştî derbeya 12'ê Îlonê di 14 saliyê de hat girtin, pêkanîna cilên yek tîp red kir. Aradag da zanîn ku pêkanîna yek tîp bi berxwedanê tê şikandin.
Piştî derbeya 12'ê Îlonê ya 1980'ê de pêk hat, cilên yek tîp li ser girtiyan ferz kirin, rojên borî bi Biryara Di Hukmê Qanînê De (KHK) ya bi hejmara 696'an, careke din ev pêkanîn hat rojevê. Hakki Aradag ê di sala 1982'yan de di 14 saliyê de bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin, ew avêtin Girtîgeha Hejmar 2 a Leşkerî ya Xarpêtê, pêkanînên wê demê vegot.
Aradag aşkera kir ku encamên derbeya 80'yî gelekî giran bûne û wiha got: "Sûcê wan hebe tube be, têkiliyeke wan bi rêxistinekê re hebe tune be, her kes digirtin û davêtin girtîgehan. Ev pêkanîna dijî hiqûqê û niheq, bi awayekî xwezayî berxwedanek bi xwe re dianî."
'LI GORÎ DAXWAZA DEWLETÊ PÊK NEHAT’
Aradag da zanîn ku ji bo berxwedana li girtîgehan bişkînin, cilên yek tîp li ser wan ferz kirine û ev tişt got: "Ruxmê ez zarok bûm jî bi berxwedan û piştgiriya li girtîgehê re min jî cilên yek tîp li xwe nekir."
Aradag destnîşan kir ku wê dema ku cilên yek tîp li ser wan ferz dikirin, bi dema niha re wekî hev bûne û wiha pê de çû: "Wê demê jî li derve her kes bêdeng kiribûn. Ji ber hewldaneke herî piçûk jî mirov dihatin girtin û kuştin. Girtiyên şoreşger di serî de aşkera kirin ku ew ê cilên yek tîp li xwe nekin. Dewletê jî bi taybetî dixwest wê demê cilên yek tîp li pêşengên rêxistinan bike. Hişmendiya heke ew li xwe bikin, dê girtiyên din bi tevahî li xwe bikin li pêş bû. Ji ber wê tundiya herî zêde li Girtîgeha Amedê derket pêş. Lê tişta ku dewlet difikirî nebû, mirovên li wir demek dirêj bi cilên xwe yên binî man û cilên yek tîp li xwe nekirin."
Aradag anî ziman ku ruxmê şertên wê demê gelek zehmet bûn jî pêkanîna cilên yek tîp bi berxwedanê şikandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê demê rast gir û alîgirên MHP'ê cilên yek tîp li xwe kirin. Wan jî piştî demekî dît ku rûmeta wan hat şikandin, ji xwe kirin û nema li xwe kirin."
'EV DEM BIAVANTAJ E LÊ BÊDENGÎ HEYE'
Aradag şertên wê demê û yên vê demê jî rûqalî hev kir, da zanîn ku civaka niha li gorî wê demê di warê zanebûnê de ji civaka 1980'yî pêşketir e û ev nirxandin kir: "Lê civaka wê demê ji bo dengê girtîgehan ragihîne, hêj berxwedêrtir bû. Di vê demê de nivîskar, akademîsyen, çapemenî û hwd. gelkî zêde ye. Ev jî dide nîşan ku ev dem ji wê demê biavantajtir e. Mînak ez zarokekî gundî me, min rojname, TV, sînema û gelek tiştên din nedîtibû. Ev serdem ne wisa ye. Mirov li dijî tundiya li hundur û derve dernakevin û ev gelekî bi dil êş e. Yek tîp rûmeta mirovahiyê digire bin piyan û dipelêxe. Bi rastî jî civaka xwe ew qas di binê piyan de pelçiqandin, tiştekî gelekî xeter e. Bêdengiya rojnameger, akademîsyen û nivîskaran a li dijî vê bi rastî jî mirovan birîndar dike. Ev serdem li gorî serdema 12'ê Îlonê biavantajtir e. Lê çi hikmet e bêdnegî zêde ye. Pêkanîna cilên yek tîp bi berxwedanê tê şikandin."
'HER KESÊ KU DIVÊJE EZ MIRIV IM, PEYWIRA WAN GIRÎNG E’
Aradag derbirî ku divê kesên derve li dijî tundiya li girtîgehan bêdeng nemîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Her kesê ku îro li Tirkiyeyê divê 'Ez mirov im', peywireke giran dikeve ser milê wan. Dibe ku zaroka mirovekî û xizmên wan bikevin girtîgehê."