EDENE - Mexdûrên darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê yên wê demê li girtîgehê bi ferzkirina lixwekirina cilên yek tîp re rû bi rû man, diyar kirin ku wê demê xwestin hemû beşên civakê teslîm bên girtin. Mexdûran anî ziman ku lazim e niha jî bi qasî berxwedana girtiyan divê li derve jî berxwedan bê rêxistinkirin û bêtir li derve berxwedan pêş bikeve.
AKP'ê bi KHK'yên dawî biryara cilên yek tîp xist meriyetê û cilên yek tîpî li ser girtiyan ferz dike. Li dijî "cilên yek tîpî" nerazîbûn û bertekên civakê roj bi roj zêde dibin. Mexdûrên serdema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê diyar kirin ku wê demê girtiyan li ber xwe daye û pergala "cilên yek tîpî" bi ser neketiye. Mexdûrên wê demê diyar kirin ku wê demê girtî li dijî vê biryarê derketin û helwestek xurt nîşan dane.
Werzîjvanê neteweyî ku di qada atletizmê de gelek caran xelat girtine Ahmet Pekyen, diyar kir ku wekî şoreşgereki di serdema 12'ê Îlonê de hatiye girtin hemû darbe dîtine. Pekyen, anî ziman ku AKP bi îdiaya li diji darbeyan ket rê û wiha got: "Wekî serdema 12'ê îlonê niha jî dixwazin tirsekê ava bikin. Riya têkoşîna li dijî darbeyan li şûna tundiyê divê bêtir demokrasî, hiqûq, mafên mirovan û azadî pêş bikevin.
Pekyen anî ziman ku niha di nava pêkanînên KHK û OHAL'ê de dijîn û wiha got: "Ev tabloya ku niha em di nav de li gorî serdema 12'ê Îlonê de pir pir giran e. Wê demê li dijî cilên yek tîp û zextên li girîgehê me li ber xwe da. Em ketin greva birçîbûnê. Niha dîsa ku li ser girtiyan cilên yek tîpî bê ferzkirin, wê girtî li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Divê li derve jî gel û rêxistinên demokratîk li dijî KHK û OHAL'ê bêtir li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.
BERKTAŞ: DIXWAZIN KEFEN LI GIRTIYAN BIKIN
Nivîskar Nevîn Bektaş a 22 salan hat girtin jî di pirtûka xwe ya "İnancın Sınandığı Zor Mekânlar: Hücreler" (Qadên Zor ên Bawerî tê Ceribandin: Hucre) qala zor û zahmetiyên serdema 12'ê îlonê dike.
Berktaş, diyar kir ku ji bo dewlet nasnameya girtiyên siyasî tune bike wan li derveyî tekoşînê bihêle, serî li van rêbazan dide û wiha got: "Cilên yek tîpî qefes in. Dixwazin kefen li girtiyan bikin. Van pêkanînan gav bi gav mezin dikin. Dixwazin berxwedanên heyî bişkînin. Bi KHK yan bêhiqûqiya bêcezahiştinê rewa dikin. Di serdema 12'ê Îlonê de jî heman rêbaz xistin meriyetê. Li dijî vê yekê wê demê jî girtiyan li ber xwe da. Dê niha jî girtî li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Wê demê girtiyên şoreşger li dijî vê pêkaninê li ber xwe dan. Dê niha jî girtî li ber xwe bidin. Divê hem li hundir û hem jî li derve berxwedan bê rêxistinkirin. Dewlet dixwaze civakê dîl bigire. Divê li dijî vê yeke hem li derve û hem li hundir em xwe bi rêxistin bikin. Divê em destûr nedin ev yek têkeve meriyetê."
ANTMEN: GIRTÎ DÊ DI BER XWE BIDIN
Endamê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) û Odeya Tabîbên Tirk Dr. Mehmet Antmen jî anî ziman ku girtiyên siyasî dê vê lîstika cilên yek tîp qebûl nakin û wiha got: "Têkoşîn û berxwedana hundir tenê têr nake. Divê li derve jî berxwedan bê xurtkirin. Divê herî zêde yên derve dengê xwe bilind bikin û bertekên xwe bînin ziman .
MA / Hamdullah Kesen