AMED - Ji ber di nimêja Înê de li pêş nimêj kirine bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" der barê 3 melayên endamên DİAY-DER'ê de doz hat vekirin. Ji bo her melayekî 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta tev li "Nimêjên Înê yên sivîl", merasîmên cenazeyan û civînên KCD'ê bûne, der barê endamên Komeleya Alîkariyê ya Mirovên Oldar (bi KHK'ê hat girtin) mele Abdulbarî Tîryakî (72), Kudbettîn Bayler (69) û Suleyman Ekîncî (75) de îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku hersê mele "endamên rêxistinê" ne û ji ber vê ji bo her melayekî ji 7 sal û nîvan heta 15 salan doza cezayê girtîgehê hat kirin. Di îdianameyê de hat diyarkriin ku Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re gotiye li bajarên herêmê dewlet mizgeftên nû çê dike û dixwaze bi riya melayên van mizgeftan hem madî hem manewî gelê kurd qir bike û ji ber vê divê gelê kurd mizgeftên xwe ava bike û veguherîne îbadetxaneyan. Di îdanameyê de hat parastin ku ev gotin ferman in û mele li gor wan tevgeriyane. Di îdianameyê de hat derpêşkirin ku DİAY-DER li ser fermana Rêberê PKK'ê Abdûllah ocalan hatiye avakirin, di nav saziyên PKK û KCK'ê de cih digire û fealiyetên wê jî di vê çarçoveyê de ne.
Di îdianameyê de axaftinên melayan ên di civînên KCD'ê de, hevdîtinên wan ên telefonê yên der barê Konferansa Îslamî ya Demokratîk, merasîmên cenazeyan ên di demên cuda de, çûyîna wan a şînan, tevlîbûna wan a daxuyaniyên çapemenî û meşan wek sûc hatin hesibandin. Di îdianameyê de 9 hevdîtinên telefonê yên sala 2012'an ên Mele Abdulbakî Tîryakî ku ji bo karên definkirina endamên PKK'ê kiribûn cih girtin. Her wih tevlîbûna mele Abdulbakî Tîryakî û Suleyman Ekîncî ya "Nimêa Îna Sivîl" a di 4'ê Adara 2016'an de li Sumerparkê ya Yenîşehîra Amedê pêk hat û cihgirtina wan a li pêşiya cemaetê sûc hat hesibandin û wek delîla "Endamtiya rêxistinê" hat nîşandan. Ji bo qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê û operasyonên leşkerî bên şermezarkirin bi organîzasyona KÎD'ê li Sumerparka Yenîşehîrê di 12'ê sibata 2016'an de "Nimêja Înê ya Sivîl" hat kirin. Tevlîbûna Mele Kudbettîn Bayler ya li vê nimêjê û weazên wî wek sûc hatin hesibandin. Her wiha di îdianameyê de beşdarbûna van meleyan a ji bo cenazeyên endamên PKK'ê û çûyîna şîna wan jî wek sûc hat hesibadin û ev yek di çarçoveya tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" de hatiye hesibandin.