STENBOL - Hevberdevkê OHP'ê yê Stenbolê Serhat Çakmak got ku têkildarî 267 cenzayên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin gelek malbatan serî li wan daye û ew ê di vî warî de gilî bikin û serî li saziyên netewî û navnetewî bidin.
Ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê girêdayî tetwana Bedlîsê 267 cenza hatibûn derxistin û ew şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Setnbolê. Heta nihe ne rayedarên Saziya Tiba Edlî û ne jî hikûmet der barê vê rewşê de daxuyanî nedane. Lê belê Platforma Huqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Komleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo di warê huqûqî de piştevaniya malbatan bikin tev digerin. Her wiha hat hînbûn ku têkildarî mijarê gelek malbat serî li saziyên parêzer û mafên mirovan dane.
'EM Ê SERÎ LI RIYÊN HUQÛQÎ BIDIN'
Hevberdevkê OHP'ê yê Stenbolê Serhat Çakmak, destnîşan kir ku derxistina cenazeyan derhuqûqî ye û ji bo cenaze bigihîjin malbatên wan ew ê di warê huqûqî de serî li hemû riyan bidin. Çakmak bi lêv kir wan bi awayekî neyekser teyît kiriye ku cenaze şandine Saziyên Tiba edlî û ev tişt gotin: "Bi îhtimaleke mezin hemû cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ne. Piştî hevdîtinên bi mlabatan re em ê bi awayekî fermî serî li Saziya Tiba Edlî bidin. Piştî em ji malbatan hîn bûn ku goristan hatiye talankirin wek heyet me serî Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da û dozgeriyê diyar kiribû ku têkildarî mijarê dosyeyeke lêpirsînê heye, lê belê ji ber der barê dosyeyê de biryara nepeniyê heye wê neyê lêkolînkirin. Lê belê em hîn bûn ku piştî bûyer di çapemeniyê de derket û raya giştî hay jê çê bû, biryara nepeniyê hatiye dayin. Me îtirazî vê biryarê kir."
Çakmak, got ku hîn Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê ji wan re negotiye ka ji bo çi cenaze ji goristanê hatine derxistin û şandine Saziya Tiba Edlî û wiha got: "Li gor agahiyên me bi devkî wergirtin, hatiye gotin ku li herêmê ji bo goristanê destûr nehatine wergirtin." Çakmak got ku lê belê hincetên tên diyarkirin ne rast e û wiha got: "Çimkî ew der cihekî ku berê cenaze lê hatine definkirin û bi awayekî aşkere jî dixuyê ku mesele ne destûr e. Ev yek bi temamî bi saîka întikamê hatiye kirin."
'EM Ê SERÎ LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ BIDIN'
Çakmak diyar kir ku wan îtirazî biryara nepeniyê kiriye û mudaxilî dosyeyê bûne. Çakam got ku ew têkildarî mijarê xebitîne û wan tevî ÎHD, OHD û THÎV'ê heyet çê kiriye û ew ê di demeke kurt de der barî rewşê de raporekê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Çakmak bi lêv kir ku piştî hevdîtinên malbatan ew ê gilî bikin û wiha domand: "Her wiha em ê serî li saziyên netewî û navnetewî bidin."
MA / Yasin Kobulan