MEREŞ- Navenda Hêwirandinê ya Terolarê ya kapasîteya wê 27 hezar kes e, li gel hemû îtirazên elewiyan dîsa jî hat avakirin. Her wiha li kêleke wê jî dest bi avakirina dibistanan hat kirin û bi vî awayî kamp tê mayîndekirin. Elewî ji vê rewşê nerazî ne.
Li Taxa Terolar a navçeya navendî Dûlkadîroglû ya Mereşê Navenda Hêwirandinê ya Demborî hatibû avakirin. Geşedanên li vê navendê xwe didin der, şêniyên taxê diqilqilîne. Dibistanan ku li nêzî kampê tê çêkirin, vê qilqilandina şêniyên taxê piştrast dike. Gelê elewî diyar dike ku ev kamp ne kampeke demborî ye, kampeke "mayînde" ye û bi vî awayî tê xwestin ku demografiya herêmê bê guherandin.
‘JI BO ÇÊRÊ MÊRG NEHIŞTIN'
Ahmet Guneyê 73 salî destnîşan kir ku bi çêkirina dibistanê re qadên wan ên jiyanê her diçe kêmtir dibin û ev tişt gotin: "Her tiştê me ji me stendin. Bêyî ku ji me bipirsin kamp çê kirin. Bêyî ji me bipirsin dibistan çê kirin. Bi vî awayî mirov nikare bijî. Mêrgeke ku em heywanên xwe lê biçêrînin nema. Heywan di hundur de ne. Cihê kamp û dibistanê mêrga gund bû. Lê belê niha çêlekên me di hundur de ne. Ez bi sewalvaniyê debara xwe dikim, lê mêrg nehiştin. Piştî kampê çêlek dan gundiyan, lê çêlek di hundur de radizên. Mêrg tune ne."
‘PÊŞÎ KAMP PAŞÊ DIBISTAN'
Veysel Ozmenê 52 salî jî diyar ku mêrg nehatine hiştin û ev titş gotin: "Eraziyê hevpar ê gundiyan kirin parsêl û dan. Şaredarê Dulkadirogluyê Necatî Okay jî ev yek tesdîq kirin. Cihê dibistan lê tê çêkirin erse bû. Herkê 500 metre erseya şêniyên taxê hebû. Her kes ji bo vê heqê pîvandinê dabû. Lê belê veguherandin yê xezîneyê, çawa veguherandin em nizanin. Dewlet dike, her tişt di dest wan de ye. Di şevekê de mêrgê veguherandin erdê xezîneyê. Mirov ber bi Ewropayê ve diçin. Heke pereyê min çê bibe ez ê jî biçim. Ya ez ê li bajêr bi cih bibim an jî biçim Ewropayê. Dibistan jî nîşan dide ku kamp ne domborî ye, mayînde ye."
Qada ku kamp lê hatiye çêkirin 22 donim û 44 parsel e. Şêniyên taxê ev qad li hev parvekiribû. Serê her malbatekê 500 metrekare ketibû. Lê belê şêniyên taxê hîn li benda tapoyê bû, ji bo kapm û dibistan bê çêkirin dewletê ev qad kir malê xezîneyê.