*Navenda Hêwirandinê ya Terolarê ya kapasîteya wê 27 hezar kes e, li gel hemû îtirazên elewiyan dîsa jî hat avakirin. Her wiha li kêleke wê jî dest bi avakirina dibistanan hat kirin û bi vî awayî kamp tê mayîndekirin. Elewî ji vê rewşê nerazî ne.
*Guleray Tuncel ku di zarokatiya xwe de wek hobiyê dest bi xêzkirina wêneyan kir û niha wek pîşeyekê didomîne, bang li jinan kir û wiha got: "Bila di jiyana xwe de her bitêkoşin û tu carî ji şer netirsin. Bila hemû jin ji bo îdealên xwe bixebitin."
*Zarokên qeydên xwe li Dibistana Futbolê ya Metîn Kûrt ku li ser asasê felsefeya lîstikvan Metîn Kûrt a "Ne li borsayê lê li erseyê futbol xweş e" çê dikin, bêyî bedêl di warê futbolê de tên perwerdekirin.
*Hevberdevkê OHP'ê yê Stenbolê Serhat Çakmak got ku têkildarî 267 cenzayên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin gelek malbatan serî li wan daye û ew ê di vî warî de gilî bikin û serî li saziyên netewî û navnetewî bidin.
*Yek ji nîşanên girîng ên Êlihê jî Sînemaya Yilmaz Guney e. Saleke tabeleya sînemayê hatiye daliqandin, lê belê hîn jî sînema nehatiye çêkirin.
*Ji ber di nimêja Înê de li pêş nimêj kirine bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" der barê 3 melayên endamên DİAY-DER'ê de doz hat vekirin. Ji bo her melayekî 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
*Mexdûrên darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê yên wê demê li girtîgehê bi ferzkirina lixwekirina cilên yek tîp re rû bi rû man, diyar kirin ku wê demê xwestin hemû beşên civakê teslîm bên girtin. Mexdûran anî ziman ku lazim e niha jî bi qasî berxwedana girtiyan divê li derve jî berxwedan bê rêxistinkirin û bêtir li derve berxwedan pêş bikeve.
*Rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm wê bi rê ve dibe, herî dawî 17 dikanên aîdî şaredariyê berpêşî firotinê kir. Ji kirêvanan re teblîxat hat şandin û hat xwestin heta 10 rojan dikan bên valakirin.
*Îlknur Kenes a di serdema darbeya 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek tîpî li ber xwe da ev tişt got: "Tekane riya ku vê bişkêne, divê girse bikevin tevgerê. Tekane rêya vê jî kuçe ne. Divê li kuçeyan têkoşîn bê meşandin."
* Nûnerên TJA yên Îzmirê dê têkildarî nexweşiya girtiya Girtîgeha Jin a Şakranê ku ji sedî 86 astengdar Mevlude Başdaş (60) daxuyaniyê bide çapemeniyê (14.00)