ENQERE - Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 419'an de berdewam kir. Polîsan dîsa mudaxale kir û 3 kes binçav kirin.
Çalakiya Kolana Yukselê di sala nû de jî berdewam kir. Çalakiya Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya gireva birçîbûnê di roja 299'an de berdewam dike. Çalakiya kedkarên ku di pêşengiya Gulmen û Ozakça de bi daxwaza "Em kare xwe paşve dixwazin" hat destpêkirin di roja 419'an de berdewam kir. Çalakgerên ku li Kolana Yukselê li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a bi bariyerên polîsan hatiye pêçan kom bûn xwestin li pêş bîrdariyê daxuyaniyê bidin. Lê polisan dîsa destûr neda. Piştî di navbera çalakgeran û polisan de niqaş derket, çalakger li Kolana Konurê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Çalakgerên ku pankarta "Roja 299'an a greva birçîbûnê ye. Bila Nuriye û Semih li kare xwe vegerin" vekirin û dirûşme berz kirin.
Piştî çalakgeran pankart vekir polisan mudaxale kir û çalakger Îlker Işik, Nazan Bozkurt û Simge Aksam binçav kirin.