Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e

img

QAMIŞLO - Hevserokê Giştî yê PYD'ê Şahoz Hesen, diyar kir ku li Sûriyeyê li ser bingeha Neteweya Demokratîk pergalekê ava dikin û wiha got: "Ev pergala ku em ava dikin hem di milê leşkerî û siyasî hem jî di milê civakî û aborî de destkeftiyên nû pêş dixe û dê ji bo Iran û Iraqê jî bibe çareserî. 

Sûriye hem di milê leşkerî û hem di milê siyasî de bi pêşketinên nû derbasî sala 2018'an dibe. Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, têkildarî pergala Neteweya Demokratîk ku li Sûriye tê avakirin axivî û bal kişand ser destkeftiyên milên siyasî, leşkerî, aborî û civakê yên pêşerojê. Hesen, anî ziman ku di sala 2017'an de di milê leşkerî de tişta herî derket pêş Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin û DAIŞ li Rojhilata Navîn têk çû. Hesen, da zanîn ku di milê siyasî de jî tişta herî derket pêş hilbijartinên bi tevlêbûnek dîrokî pêk hatin bû. 
 
GELÊN BAKÛRÊ SÛRIYE BI SER KETIN
 
Hesen, destnîşan kir ku pergala niha li Bakurê Sûriye ava dikin dê ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn bibe riya çareseriyê û wiha got: "Li nava Sûriye di nava hin hêz û rêxistinan de nakokî û şer hene. Di bin navê DAIŞ'ê de gelek tişt tên veşartin. Lê ev rewş hêdî hêdî ronî dibe. Lê li Bakurê Sûriye rewş çûda ye. Li Bakurê Sûriye gel li ser bingehê neteweya demokratîk pergalek nû ava dike. Li ser vî hîmê neteweya demokratîk xwe bi rêxistin dike. 7 salin gelên heremê li ber xwe didin. Vê berxwedana gel di milê leşkerî û siyasî de encamên girîng bi dest xistin."
 
DI MILÊ SIYASÎ Û LEŞKERÎ DE GAVÊN DÎROKÎ HATIN AVÊTIN
 
Şahoz Hesen, da zanîn ku di milê leşkerî de Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin û ev bû dîrok û wiha got: "Bi vê yekê deriyekî nû li pêşiya Sûriyeyê hat vekirin. Bi şerê leşkerî pergala DAIŞ'ê ya Dewleta Îslam a li Sûriye ava kir ser û bin bûn û têk çû. Di milê siyasî de jî du hilbijartinên demokratîk ku li Bakurê Suriye pêş ketin bûn. Di hilbijartinên belde, nahiye û herêmên kantonan de bi rêjeyek mezin gel çûn ser sindoqan. Yekem car gel çûn ser sindoqan û vîna xwe diyar kirin. Gelê ereb, kurd, suryanî, ermenî û çerkez bi hevre biryara jiyanek nû dan. Ev di milê siyasî de dirok e." 
 
'REJÎM DI YEK PARTIYÊ DE ISRAR DIKE
 
Hesen, destnîşan kir ku Rejîm di yek partiyê de israr dike û wiha got: "Lê di vê serdemê de êdî rêveberiya bi yek partiyê ne pêkan e. Gel vê yekê qebûl nake. Ev êdî ne çareserî ye. 
 
'PERGALA ME ROJ BI ROJ MEZIN DIBE' 
 
Hesen, bal kişand ser modela pergala ku li Rojhilata Navîn ava dikin û wiha lê zêde kir. "Ev pergala ku nû tê avakirin ji bo gelê Rojhilata Navîn dibe mînak û hêvî. Roj bi roj mezin dibe." Hesen bal kişand ser muxalifa Îhvanî Muslim jî û wiha got: "Piştgiriyê wan ê herî mezin Tirkiye bû. Bi taybetî jî AKP’ê piştgirî da wan. Îro hemû cîhan halê wan temaşe dike. Welat xistin destê rejîma yek mirovî. Em 6 salin li dijî vê yekê şer dikin. Em li dijî pergala rejîma yek mirov û yek partiyê şer dikin. Ji ber vê yekê Tirkiye siyaseta paşverû dişopîne. Îro rewşa Tirkiye li holê ye. Li Tirkiye çaserî yekîtiya gelan û civakan e. Pergala ku îro em ava dikin her roj mezin dibe û dê ji welatên Rojhilata Navîn re bibe çareserî."  
 
PERGALA ME BANDORÊ LI HEMÛ ROJHILATA NAVÎN DIKE
 
Hesen, destnîşan kir ku pergala wan ava kiriye tenê bi herêma kurdan û Bakurê Sûriye bi sînor nabîne û dê li hemû Sûriye û welatên Rojhilata Navîn belav bibe û her kes vê pergalê ji bo xwe esas bigirin. Hesen herî dawî wiha got: "Niha li tenişta me Başûrê Kurdistanê heye. Di heman demê de Iraq heye, Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gelek pirsgirekên civakî rû didin. Niha li Îranê serhildan û bûyerên civakî rû didin. Ev nîşanî me dide ku pergalên wan têk diçin. Nîşan dide ku pergalên wan ji bo çareseriya pirsgirêkan nabin model. Lê me bi yekîtiya gelan û hurmet û rêzdariya li hemberî hev pirsgirêkan çareser dikin. Bi qebûlkirin û naskirina hev çareser dikin. Em bawer dikin ku ev perala em ava dikin dê li Mûsil, Kerkûk, Tahran û Bexda li hemû bajaran têkeve meriyetê. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin