STENBOL – Dayika Fedekar Turan ê yek ji cenazeyên 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin Nuriye Turan diyar kir ku dozgeriya Bedlîsê jê re gotiye “Te çima kurê xwe şandiye çiyê?”
Li Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê 267 cenaze ji goran hatibûn derxistin. Der barê cenazeyan de heta niha ne ji Saziya Tiba Edlî û ne jî ji hikumetê daxuyaniyek fermî hatiye dayîn. Heta niha hewldanên malbat, parêzer û saziyên mafê mirovan jî tu encam nedaye.
‘TU CIH AGAHÎ NADE’
Yek ji 267 cenazeyan ê Fedekar Turan e. Dayika Turan, Nuriye Turan got ku 4 berê ji bo ew li cenazeyê kurê xwe bipirse çûye Edliya Bedlîsê. Turan li edliyê bi dozgeriyê re hevdîtin kir û têkildarî cenazeyê kurê wê birine ku daxwaznameyek daye dozgeriyê. Turan destnîşan kir ku li şûna dozgerî der barê cenazeyê kurê wê de agahî bide dozgeriyê ji wan re gotiye “Çima te kurê xwe şand çiyê” û wiha axivî: “Min got kurê min li ser daxwaza xwe çûye. Dozger jî ji min re got divê ez biçim li Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê îfade bidim.” Turan li dijî vê helwesta dozgeriyê bertek nîşan da û got: “Em diçin kîjan cihî agahî nadin me.”
GOT ‘CENAZEYAN ANÎNE’
Birayê Fedekar Turan, Erhan Turan jî anî ziman ku piştî wan agahiya cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ne girtine li gel wî du caran serî li ATK’ê daye jî encam ne girtine. Turan wiha got: “Herî dawî ez di 30’ê kanûnê de çûm ATK’a Stenbolê. Peywîrdarek ATK’ê ji min re got ‘Ji bo biryara nepen heye, agahiya me jî jê tune ye. Hin cenazeyan anîne vir. Ji ku anîne û cenazeyên kî ne ez jî nizanim.’ Divê li dijî vê helwestê hemû raya giştî hestiyar tev bigere. Heta em bigîhîjin cenazeyên xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”