ÎZMÎR – Ekolojîst Ertugrul Barka, bal kişand ser fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên Modela Civaka Komînal û Ekolojîk û wiha got: "Ocalan bi nerîn û fikrên li ser ekolojiyê pevajoyek nû daye destpêkirin. Weki hemû beşên civakê kesên têkoşîna ekolojiyê didin jî pêdiviya wan ji fikrên Ocalan heye."
Li cîhanê talankirin û wêrankirina xweza û dertorê tevî hemû nerazîbûnan berdewam dike. Santralên Enerjiya Ba, Av, Agir, Nukleerê tên avakirin. Ocaxên komir, xîz, kevir û madenê tên vekirin. Daristan tên talankirin. Fabrîqeyên li Sîteyên Pîşesaziyê tên avakirin û bermahiyên wan, bajarvaniya pêş dikeve zerarek gelek mezin dide xwezayê. Bi taybetî îktîdara AKP'ê bi KHK'yan û zagonên torbe gelek qadên xwezayê pêşkêşî sermayedaran dike û bêtir rê li pêş talankirin û wêrankirina xwezayê vedike. Têkildarî parastina ekolojiyê berê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikrên xwe yên ji bo parastina ekolojiyê parve kiribûn. Ocalan ji bo parastina ekolojiyê Modela Civaka Komînal û Ekolojîk pêşniyar kiribû.
Ekolojist Ertugrul Barka, li ser vê nerîna Ocalan a der barê ekolojiyê de diyar kir ku hemû rêxistinên têkoşîna ekolojiyê dimeşîne pêwistiya wan bi fikrên Ocalan hene û wiha got: "Yê tê tecrîdkirin ne tenê Birêz Ocalan e. Ocalan ji bo aştiyê û parastina ekolojiyê ji bo me remza nirxên ekolojiyê ye. Birêz Ocalan, kesekî ku rêberiya aştî û azadiya gelan, birdozî, felseî û polîtîk ên nirxên ekolojist dike ye. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan di şexsê Ocalan de ekolojî jî tê tecrîdkirin. Em bi ekolojî û jiyanê re eleqeder dibin û diparêzin. Ocalan diparêze ku nirxen ekolojik ji mafê jinê ne cudatir e û hemu girêdayî hev in û bi taybetî jin ekolojî û xwezayê diparêze. Piştiriya Birêz Abdullah Ocalan a herî mezin nirxên ekolojik û jinê lê zêde kirine. Niha dema em bi şiklekî behsa Ocalan dikin û behsa pêşniyarên wî dikin em wekî dijmine dewletê tên dîtin. Ev jî nîşan dide ku ji kesên fikrên wan rast ditirsin.
'KESÊ WISA NE RASTE DI BIN TECRÎDÊ DE BE'
Barka, anî ziman ku di vê serdema sanayê de êdî kapitalizm û sermayê mirovahî dîl girtiye û xweza kiriye meta û malê bazirganiyê. Barka, da zanîn ku kesekî wisa çareseriyê peşkêş bike, ne raste ku di bin tecrîdê de be, hemû aliyên jiyanê di bin tecrîdê de ye. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Em nikarin tecrîda jiyanê û mirina jiyanê qebûl bikin. Ocalan ne tenê ji aliyê gelê kurd ve, ji aliyê gelek welatên cîhanê ku ez lê geriyam û Amarîkaya Latîn û Kubayê jî rastî hezkirin û rêzdariyek mezin tê. Ji ber ku ew girîngiyê dide jiyana hevpar a gelan.
‘GIRTINA OCALAN GIRTÎ ME HEMÛYAN E'
Barka, destnîşan kir ku teqîna çekan û şer ekolojiyê tune dike û wiha lê zêde kir: "Paradîgmaya Ocalan a “Civaka Ekolojik Komunal" minaka herî mezin a pergala aştiyê ye. Ger ku birêz Ocalan ji ber fikrên xwe girtî be, em hemû girtî ne. Hêza ku ew girtibin dikarin me tevan bigirin. Ocalan bi fikrên xwe nirx li ser cîhanê bar dike. Divê hemû cîhan azad fikrên Ocalan niqaş bike. Ji ber vê yeke jî divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Ew rêberê civakekê ye. Ancak bi Azadiya wî civak azad bibe. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê bike. Divê em bê tirs fikrên Ocalana niqaş bikin. Divê meclîs zagona efoyê derxe û rê li pêş perçekirin û alikirina civakê bigire.
'HÛN BI OCALAN RE HEVDÎTIN BIKIN HÛN DÊ AŞTIYÊ AVA BIKIN'
Barka, herî dawî anî ziman ku ger bi Ocalan re hevdîtin pêk bê dê aştî jî pêk bê û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Ger hûn bi Ocalan re hevdîtin bikin hûn dê karibin aştiyê pêş bixin. Kengî hevdîtin dest pê bike şer jî dê raweste. Talankirina ekolojiyê jî dê raweste. Rêberên welatên cîhanê dibêjin "Şer" Rêberê PKK'ê Ocalan jî dibêje "Aştî" Pêşxniyara Ocalan a Civaka Ekolojîk û Demokratîk jiyana kolektif e. Mulkiyet tune ye. nirxên hemû civakê hevpar e. "
Ocalan li ser parastina ekolojiyê di parastina Geleki de wiha nivîsandiye: Çend xalên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişandibûn ser parastina ekolojiyê û civaka demokratîk wiha ye: Bi krîza sîstema civakî re krîza ekolojîk jî kûr dibe. Em dikarin di destpêka şaristaniyê de li kokên vê krîzê bigerin û ev rêyeke rast e. Bi zêdebûna serdestiya di nav civakê de xerîbketina mirov ji bo mirov jî zêde bû û pêre mirov bi xwezayê re jî xerîb ket. Her du di zikhev de pêk hatin. Civak di cewherê xwe de rastiyeke ekolojîk e. Mebest ji ekolojiyê; xwezaya biyolojîk û fizîkî ye ku di pêkhatinê de civak xwe dispêrê. Têkiliya di navbera pêkhatina fizîkî û pêkhatina biyolojîk a dunyayê de roj bi roj rohnîtir dibe. Yek ji qada zanist tê de serketî ye, ev qad e. Bi awayekî ilmî analîz tê kirin ku jiyanê di nav avê de dest pê kiriye, ji wir derbasî bejahî û reşahiyê bûye. Cureyên nebat û heywanên destpêkê bi awayekî sînor jê re gengaz nabe were danîn, cihêreng dibin û pêş dikevin. Hawîrdora biyolojîk û fizîkî ya cureyê mirov dikare rabigire, li gorî van pêşketinan tê ravekirin."
SERDESTIYA ÎXTÎDARÊ SERDESTIYA ZÎHNÎYETÊ FERZ DIKE
Li hemberî vê rastiya ilmî, eger pirsgirêka ku şaristaniyê afirandiye neyê çareserkirin û tedbîr neyê wergirtin, ji zû ve çirkînî bi deriyê cehennemê ketiye. Ji ber ku şaristanî xwe dispêre zordarî û cehaletê, - ya rastîn derewkariya mecbûrî - rê li ber pirsgirêkê vedike. Wexta hiyarerşî û dewlet pêk tên, ji bo hebûna xwe mayînde bikin, tenê xwe naspêrin zordariyê, ji bo çîroka rastiyê veşêrin jî serî li durûtî û derewê didin. Serdestiya îqtîdarê, serdestiya zêhniyetê jî ferz dike. Eger zêhniyet jî hebûneke li derveyî rastiyê karibe bide qebûlkirin dikare hebûna îqtîdarê misoger bike. Aliyê îqtîdarê yê darê zorê her tim aliyê îqtîdarê yê hêza nerm zêhniyetê li ser piyan digire û serwer dike. Ev aliyê zêhniyetê bi xwe re mirov li hemberî xwezayê xerîb dixîne yan jî ji bo xerîbketinê bingeh amade dike. Heta ku têkilî û tayê bi civaka komîn re were înkarkirin û di şûna wê de hêzên dewletê û hiyarerşiyê yên ji rêderketî esas bêne dîtin, wê di zêhniyetê de ta û têkiliya bi xwezayê re were ji bîr kirin. Her mezinbûna şaristaniyê ya li ser vî zemînê xwe spartiyê, wê hê zêdetir bibe sedema veqetîna ji xwezayê û wê bi xirakirina hawîrdorê xwe nîşan bide. Çavên hêzên şaristaniyê wê êdî mecbûriyetên xwezayê nebînin. Ji ber ku tebeqa jêr a wan xwedî dike her tiştî ji wan re amade pêşkêş dike.
BAJARÊ MÎNA KANSÊRÊ MEZIN DIBIN HEWAYÊ QIRÊJ DIKIN
Di encamê de krîza civakî û ya hawîrdorê xwe gîhandin hevdu. Cewherê sîstemê çawa krîza civakî gîhand neqeba kaosê, felaketên hawîrdor jî dijîn, dest pê kirin îşaretên SOS didin. Bajarên mîna kanserê mezin dibin, hewaya qirêj dibe, tebeqeya ozonê ya qulbûyî, qonax bi qonax kêmbûna cureyên nebat û heywanan, talankirina daristanan, gemarbûna çeman, li her deverê bilindbûna girikên sergo û gelaşê, kêmbûna avên nişmî, pirbûna bê kontrol a şêniyan, êdî xweza jî tevî kaosê rakir serhildanê. Ji ber hêrsa kar fikir nayê kirin ku wê ev dunya me karibe çiqas bajar, mirov, fabrîke, maşînên ragihandinê, maddeyên sentetîk, hewa û ava qirêj rake. Ev bûyerên neyênî çarenûs nînin. Ji ber ku di destê îqtîdarê de zanist û teknîk bê mêzîn tê xebitandin, em bi vê encamê re rûbirû ne. Bêguman em nikarin ji pêvajoyê zanist û teknîkê berpirsiyar bibînin. Jixwe zanist û teknîk bi serê xwe jî nikarin rol bilîzin. Li gorî taybetiyên hêzên sîstema civakê dikarin rola xwe bi cih bînin. Dikarin xwezayê hilweşînin û dikarin xwezayê bedew jî bikin. Pirsgirêk bi tevahî civakî ye. Di navbera asta zanist-teknîkê û standartê jiyana piraniya mirovan de nakokiyek heye. Ji ber berjewendiyên hindikayiyek li ser zanist û teknîkê serdest in, em bi vê rewşê re rûbirû dimînin. Di sîstema civaka xwezayî û demokratîk de rola zanist û teknîkê bilîze ekolojîk e.
JI BO PARASTINA EKOLOJIYÊ DIVÊ SAZIYÊN EKOLOJIYÊBÊN XURTKIRIN
Pirsgirêkên pratîk ên jiyana ekolojîk têra xwe rojane ne. Ji bo rawestandina felaketên xwezaya hawîrdorê, pêwîst e gelek saziyên ku ji bo vê yekê hatine damezrandin hînê zêdetir werin xurtkirin û wisa bikin ku bibin mîna parçeyekî civaka demokratîk. Dîsa piştgiriya bi tevgerên jinê yên azadîxwaz û femînîst ji wezîfeyên pratîk ên li pêş in. Yek ji xebatên bingehîn ên demokratîk, divê têgihîştin û rêxistiniya di warê hawîrdorê de were xurtkirin. Wextekê çawa ji bo têgihîştina li çîn û netew kampanya dihatin lidarxistin, niha jî hewce ye, em ji bo têgihîştina li hawîrdor û demokrasiyê kampanyayan li dar bixin. Ji mafên heywanan bigirin heta parastina daristanan, divê em xwezayê ji nû ve şên bikin û vê yekê bikin parçeyekî ji çalakiyên civakê. Kesê-a berpirsiyariya xwe ya biyolojîk nebe, berpirsiyariya xwe ya civakî jî seqet e. Berpirsiyariyeke rastîn û manîdar ew e ku karibe têkiliya di navbera herduyan de bibîne. Di pêvajoyên pêş de divê xwezaya rût bigihîje daristanên mezin û bi nebatên cûrbecûr bixemile û heywan tê de belav bibin. Ji bo vê pêwîst e têkoşîneke mezin were meşandin û divê bimeşe. Mîna ku ji bo daristanan û şênbûnê şens were dayîn. Xuya ye, ji niha ve wê slogana "welatparêziya mezin avakirina daristanan û dardanîne" bibe yek ji sloganên hêja. Baş tê fêmkirin ku kesa-ê ji heywanan hez neke û nikaribe biparêze wê nikaribe ji mirovan hez bike û biparêze. Çendîn were fêmkirin ku heywan û nebat emanetî mirov in, wê qîmet û buhaya mirov jî qatekî din zêde bibe. Têgihîştineke civakî ya ji serwextbûna li ekolojiyê bêpar, mîna di rastiya sosyalîzma reel de jî hat dîtin, nikare xwe ji rizîn û jihevketinê xilas bike. Têgihîştina ekolojîk têgihîştineke bingehîn a îdeolojîk e. Mîna pireke di navbera exlaq û felsefeyê de ye. Polîtîka rizgarker a ji krîza hemdem, eger ekolojîk bibe, dikare bigihîne sîstemazîkirineke civakî. Mîna di pirsgirêka azadiya jinê de, di çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk de jî têgihîştina îqtîdara dewletparêz a bavikanî di bin jiyaneke derengketî û şaşiyan de, xwediyê roleke bingehîn e. Çendîn femînîzm û ekolojî pêş bikeve, hemû mêzînên sîstema dewletparêz a bavikanî xira dibin. Têkoşîneke rastîn a sosyalîzm û demokrasiyê çendîn di armancên xwe de azadiya jinê û rizgarkirina hawîrdorê hebe, dikare bibe yekpare û gelemperiyê himbêz bike. Jixwe têkoşîneke ev çend yekpare û gelemperî himbêz kiribe dikare bibe yek ji şêweyên manîdar ji bo derketina ji kaosa di rojevê de cih digire.
Em wexta civaka kaosê li dawiyê bihêlin, hîmên zêhniyetê yên em xwe herî zêde bispêrinê wê huner û zanist be. Ji ber ku ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bi perwerdeya fermî tê xwestin hawîrdor, civak û ferdê bi awa û cewher ê li pey dewlet û hiyarerşiyê diçe û xerîb ketiye were afirandin, divê ev dafikên hînkirinê û perwerdeyê li dawiyê werin hîştin, bi têgihîştineke - paradigma - nû ya hunerî û zanistê, mirov û civakê bi rastiya dîrokî bidin naskirin û bigihînin kêliya azad, bi şoreşa zêhniyetê vê yekê bipejirîne û bi cih bîne. Akademiyên zanistê yên nû û dibistanên bi vî rengî bi qasî ku hewceyî pê hebe li her deverê werin avakirin.
Li ser vî hîmî, li dijî împaratoriya kaosê ya kapîtalîzma global, divê em berê xwe bidin "şaristaniya demokratîk û global a gelan." Ev
hem ji bo hurmeta ji kevneşopiya berxwedanê re, hem jî ji her demê zêdetir dikare me bibe dunyayeke demokratîk, azad û wekhev.
MA/ Rûken Demîr