ÎZMÎR - Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsa Rêxistinkiranê ya ÎHD’ê Necla Şengul, diyar kir ku girtina Nazliye Erkan a nexweşa pençeşêrê ye û Ufuk Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar e, beramberî kuştina bi zanebûn, her meh 100 kes li lîsteya girtiyên nexweş zêde dibin.
Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsa Rêxistinkirina Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul, der barê girtina Ufuk Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar û Nazliye Erkan a nexweşîna pençeşêrê ye, agahiyên girîng dan. Şengul, diyar kir ku girtina Nazliye Erkan û Ufuk Kîşîn, kuştineke bi zanebûn e û wiha got: “Gava mirov li raporên tenduristiya Kîşîn meze dike, ne mimkune ku di girtîgehê de bijî. Kîşîn di rewşekê ku serê sibê çi xwaribe nayê bîra wî de ye. Kesekê wiha girtin, bûyereke bi fikar e. Bûyerek li ser navê mafê mirovan pir bi êş e. Kesekê ku pêdiviyên xwe nikaribe bi cih bîne û nizanibe çawan dijî, çawan dibe ku di girtîgehê de tê girtin?”
‘GIRTINA ERKAN NAYÊ QEBÛL KIRIN'
Şengul, anî ziman ku Nazliye Erkan tedawiya işin dibîne û wiha axivî: “Bi hinceta der barê wê de îxbar heye, hat girtin. Ev yek nayê qebûl kirin. Divê Erkan li derve bê dermankirin. Di operasyonan de bêyî ku li rewşa kesên astengdar û nexweş mêze bikin, wan digirin. Di warê mafê mirovan de girtinên wiha nayên qebûlkirin."
'HER MEH LÎSTEYA NEXWEŞAN ZÊDETIR DIBE’
Şengul, da zanîn ku li Girtîgeha Hêjmara 2 a Tîpa T a Bandirmayê Murat Saat krîza dil derbas kiriye, ji ber bi ringê dibin nexweşxanê, jiyana xwe ji dest dide, di vê der barê de jî ev tişt anî ziman: “Bi van pêkanînan dixwazin mirov demildest di girtîgan de jiyana xwe ji dest bidin. Li dijî mirinanbêdengiyek heye. Her meh 100 girtiyên nexweş li lîsteya me zêde dibin. Bi taybetî dema em li bûyerên girtinê mêze dikin, mirovên 85 jî tên girtin. Mirovên nexweş girtin, fikarên mezin di mirovan de çêdike.”
‘DIVÊ JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ XEBAT BÊN MEŞANDIN’
Şengul, di dawiya axaftina xwe de got ku “Divê demildes dewlet aqlê xwe bide serê xwe" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Divê dewlet ji bo girtiyên nexweş di pêvajoyek kurt de xebatên taybet bide meşandin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Nexwe dê li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş xerabtir bibe. Ger tiştek neyê kirin dê mirin zêdetir bibin.”
Li Îzmîrê di 19’ê Kanûnê de, di serdegirtina malan de ji 58 kesan 44 kes hatin girtin. Din ava 44 kesan de Ufuk Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar û Nazliye Erkan a bi nexweşîna pençeşêrê ketiye jî cih digirin.