STENBOL - Dîroknas Ayşe Hur bal kişand ser KHK'a dawî û aşkera kir ku ji bo kuştinên komên sivîl ên çekdar dernekevin pêşberî darazê, mertalekî darazê li kujeran kirine, heman tişt di Naziyên Almanyayê de hebûye û wiha axivî: "Tiştên di KHK'a nû de derxistin, di Naziyên Almanyayê de jî nehatiye dîtin."
Dîroknas Ayşe Hur da zanîn ku bi Biryara Di Hukmê Qanûnî De (KHK), mertalê parastinê li sivîlên çekdar kirine û ev tişt anî ziman: "Bi navê 'Gesetz uber Maßnahmen der Staatsnotwehr', di navbera 30'yê Hezîranê û 2'yê Tîrmeha 1934'an de, Naziyên Almanyayê qanûneke parastinê ji bo hêzên paramîlîter anîbû. Ev KHK'a dawî dişibe vê qanûna Naziyan."
Hur aşkera kir ku bi biryara yek peyvî re tê gotin ku "Ji bo êrîşên xayînên neteweyî bên tepistandin, di 30'yê Hezîran, 1-2'yê Tîrmeha 1934'an de tevdîr hatiye girtinh, ev dê bibe parastina dewleta hiqûqê." Hur da zanîn ku bi vê biryarê re, di dîroka qala wê tê kirin de, 85 kes hatine kuştin.
'DI AVAKIRINA KOMARÊ DE HEYE'
Hur destnîşan kir ku dema Kumara Tirkiyeyê ava bûye, qanûn û biryarên bi vî rengî derxistine û wiha axivî: "Hêj nû kar dest pê kiribû, li Peymana Aştiyê ya Lozanê re, di navbera 1'ê Tebaxa 1914 û 20'ê Mijdara 1922'yan de, hemû sûcên ku hatibû kirin girtin bin efûyê. Yanî belgeya avakirina komarê bi rêgteza 'bê cezakirinê' derbasî kaxizê kirin. Di serdema destpêkê ya Têkoşîna Neteweyî de sûcên ku Çerkez Ethem, Îpsîz Recep, Topal Osman, Çakircali Alî Efe, Demîrcî Mehmet Efe li dijî welatiyan kirine tên zanîn. Van kesan di komkujiya ermeniyan de jî cih girtin. Ev kes bi berdêla efûkirinê, tev li têkoşîna neteweyî bûne û di vê serdemê de jî gelek sûc pêk anîne. Piştî artêş hat avakirin, tevgera Kemalîst cihê ku van darizîne, bê deng ew tasfiye kirin. Li cihê van kesên sûcên wekî wan kirine û ew sirgûnê Maltayê kirine, ji ber hin sedeman berdan, li cihê wan siyasetmedar hatin pevguherandin. Ji bo polîtîkaya Îttihat û Terakkî bê avakirin û bi rêvebirin, gelek kesên di rêveberiyê de peywir girtin, bi Komarê re, di wekîltî, serokatî û serfernamdariyê de peywir girtin û divê em van ji bîr nekin."
‘BI QANÛNAN LÊPIRSÎNA SÛC ASTENG KIRIN’
Hur aşkera kir ku bi avabûna Komarê re di sala 1925'an de li dijî kurdan sûcên mezin pêk hatin û wiha pê de çû: "Di sala 1930'an de xwestin li Agiriyê muxtaryeteke kurdan ava bikin. Dewletê ev hewldan bi dijwarî tepisand, di 20'ê Tîrmeha 1931'an de qanûnek derxistin û gotin ku 'Kesên wekî dergevan, memûr, cerdevan, milîs û welatiyên din, di navbera dîroka 20'ê Hezîrana 1930 û 1'ê Kanûna 1930'an de li gel leşker û hêzên dewletê, di raperînan de cih bigire, dê ji bemû cezayan bên parastin.' Bi qanûna ev kes girtin bin parastinê. Wê demê rojnameyan digot ku 'Geliyê Zîlan bi cenazeyan tijê kirin, teyyareyên me 15 hezar kes kuştin.' Hemjara miriyan jî dide nîşan li wir sûcek heye; lê dewletê nehişt bi rêya qanûnan ev sûc bên lêpirsînkirin û ew asteng kirin."
‘DEWLETÊ SÛCÊN KU KIRINE BÊ CEZA HIŞT’
Hur anî ziman ku hin kes ji komkujiya Dêrsimê re dibêje "Qirkirin", hin kes dibêjin "komkujî", lê Midurê Emyetê yê Meletiyê Îhsan Sabrî ÇAglayangîl piştî salan ji Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu re gotiye ku 'Me li Dêrsimê gazên jehrî bi kar anîn, me şêniyên Dêrsimê di şikeftan de bi cih kirin û ew wekî mişkan jehrî kirin' û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştre li ser Dêrsimê ew qas lêkolîn pêk hatin. Ev hevpeyvîn di rojnameyan de hatin weşandin. Serokwezîr û fermandarê cendirmeyan ên wê demê belgeyên kuştina 13 hezar û 806 kesan di televîzyonan de weşandin. Lê heta niha bi ser wan de çûn, birînên dêrsimiyan hat pêçan? Na, ji ber ku sûcên ku dewlet dike 'bê ceza' tê hiştin."
KIRINÊN JÎTEM'Ê YEK JÎ DERNEKET HOLÊ
Hur diyar kir ku cerdevan jî beşeke vê vê sererastkirinê ne û ew jî bê ceza tên hiştin û der barê sûcên ku JÎTEM'ê kirine de ev tişt anî ziman: "JÎTEM'a ku di serdema xwe de komkujiyên herî mezin kirine, bi hezaran kiryarên ne diyar li pişt xwe hiştine, hemû bê ceza man. Abdulkadîr Aygan di sala 2009'an de aşkera kir ku wan Musa Anter, Vedat Aydin, Musa Toprak û gelek kesên din kuştine, lê yek jî nehat darizandin. Ayhan Çarkin ê JÎTEM'î jî derket televîzyonê û bi vekirî got ku hemû me kuştine. Gotin ku Komkujiya Başbaglara Erzinganê wan kiriye. Cinayetên di sêgoşeya Bolu Spanca Duzceyê de, Taxa Gaziyê û Perpayê xwestin bavêjin ser PKK'ê. Lê hemû sûcên xwe danîn holê, lê bi gotina 'ev zilam nexweş e û derûniya wî xirabe ye' nehatin darizanin."
Hur derbirî ku Serokwezîra wê demê Tansu Çîller jî gotiye ku 'Kesên li ser navê dewletê çekan biteqînin dê li gel me bi hurmetî bên bibîranîn' û aşkera kir ku Çîller jî xwedî li kujeran derketiye. Hur bal kişand ser KHK'a bi hejmara 696'an, dê bi xwe re çi bîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Xala 121'an şêlu ye. KHK'a herî dawî hat derxistin, di Naziyên Almanyayê de jî nehatiye dîtin."
MA / Metin Yoksu