STENBOL - Parêzer Zuleyha Gulum aşkera kir ku dê KHK'a dawî şideta li dijî jinê zêde bike û wiha axivî: "Mêrekî nexwaze jin ji wî veqete, dê bi hinceta jin 'terorîst' e, şidetê lê bike, wê bikuje û xwe ji ceza jî rizgar bike."
Bi Biryara Di Hukmê Qanûnî De (KHK) ya bi hejmara 696'an re, ji bo komên sivîl ji cezayan biparêzin mertalekî parastinê li wan kirin. Bi vê re şideta mêr a dewletê careke din hat rojevê. Parêzerên bi navê Zuleyna Gulum û Dîren Cevahîr Şen, bal kişand ser mînakên demên borî û aşkera kirin ku polîtîkaya "bê ceza hiştinê" dixin dewrê, dê ev şidet û gefên li dijî jinê şidetê zêde bike.
'BI KHK'AN JINAN DÎL DIGIRIN'
Dîren Cevahîr Şen destnîşan kir ku mêr beyî navberê bidinê, şidet û polîtîkaya mêrê serdest li dijî jinê berdewam dikin û bi OHAL'ê re desthilatdariyê hêz girtiye û wiha axivî: "Ji mêran re dibêjin ku 'Keç û xwişkên xwe bigirin bin serweriyê. Nebe, li gorî kêfa xwe ceza bidin wan, em li pişt we ne.' Peyamek wiha tê dayîn. Şertên OHAL'ê ji hikumet û polîtîkaya serdest a mêr re gelek derfetan tîne. Sedema dirêjkirina OHAL'ê ew e, têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê ji holê rakin, têkoşînê asteng bikin û her ku biçe jinê bigire bin serweriya xwe.
'DÊ HER ROJ LI JINÊN ÎNFAZKIRÎ YEKE DIN ZÊDE BE’
Şen da zanîn ku desthilatdariyê ji mêran re bê şert hemû derfet afirandiye û ji bo vê jî pêk bînin her rê daye pêşiya wan, herî dawî bi KHK'ê ev xistiye merteyê. Şen di vê der barê de jî ev tişt got: "Mixabin encam dê hej zêdetir kuştina jinan bîne. Dê hêj zêdetir şideta mêr derkeve pêş. Yanî bi KHK'a nû re, dê her roj li jinên li malan tên qetilkirin, yeke din zêde be. Ev di heman demê de, çawa di berdewama dîrokê de hatiye heta niha, dê dîsa jin bên cezakirin."
'DIXWAZIN PÊŞÎ LI PELIXANDINÊ VEKIN?'
Parêzer Zuleyha Gulum jî diyar kir ku ji xwe hêzên emyetê kesên ku sûc pêk tînin, ji bo wan polîtîkayeke bê cezabûnê pêk tînin û wiha pê de çû: "Ev li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye. Hişmendiyeke ku azadî û mafên jiyanê qedexe dike, çawa dibe mafê kuştinê dide sivîlan û vê yekê bê ceza dihêle? Dixwazin li kuçei mal û kargehan pêşî li pelixandinê vekin? Ev li tu derî nayê dîtin."
'DÊ ŞIDETA LI KIJÎ JINÊ REWA BIKE'
Gulum aşkera kir ku dê sererastkirina nû şideta li dijî jinê rewa bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke jinek daxwaza hezkirin û zewaca mêrekî qebûl neke, dê ev mêr bi rihetî jinê wekî 'terorîst' bide nîşan, şidet û kuştina li dijî jinê zêde bike. Kesê vê bike jî dê ceza negire. Dema pratîka daraza roja me ya îro li ber çavan bê girtin, pavekirineke medyaya civakî ya polîtîkaya hikumetê rexne bike, dê bibe hinceta şidetê. Twêtteke ku bê avêtin, an jî nivîseke bê nivîsin, dê bikaribin wekî 'propagandaya rêxistinê' bidin nîşan, dê bi rihetî wekî 'endamên rêxistinê' bidin nîşan. Kê dikare berovajiyê vê rastiyekê bide nîşan?"
'DÊ PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN VEKE'
Gulum anî ziman ku têkoşîna ku jin li kuçeyan dimeşînin, wan aciz dike û dixwazin bi rêya hêzên paramîlîter bingeha êrîşên li dijî çalakiyên jin û LGBTÎ'yan, ava bikin û ev nirxandin kir: "Kesekî ku cil û rûçikê me necibîne, dê bi rihetî me wekî 'terorîst' îlan bike. Kê dikare berovajiyê vê rasiyê tiştkî bêje."
MA / Necla Demîr