* Îdianameya der barê Hevşaredarê Şemzînanê yê girtî Seferî Yilmaz, hevjîna wî Pinar Yilmaz de hat amadekirin, xebatên şaredariyê, rapora ÎHD'ê û xebatên KJA'yê, belgeya di êrîşa bombeyî ya Pirtûkxaneya Umutê de derket holê sûc hat dîtin.
* Parêzer Zuleyha Gulum aşkera kir ku dê KHK'a dawî şideta li dijî jinê zêde bike û wiha axivî: "Mêrekî nexwaze jin ji wî veqete, dê bi hinceta jin 'terorîst' e, şidetê lê bike, wê bikuje û xwe ji ceza jî rizgar bike."
* Dîroknas Ayşe Hur bal kişand ser KHK'a dawî û aşkera kir ku ji bo kuştinên komên sivîl ên çekdar dernekevin pêşberî darazê, mertalekî darazê li kujeran kirine, heman tişt di Naziyên Almanyayê de hebûye û wiha axivî: "Tiştên di KHK'a nû de derxistin, di Naziyên Almanyayê de jî nehatiye dîtin."
* Jinên li ser Kolana Alî Çetînkaya ya navçeya Muratpaşayê bi keda destan debara xwe dikin, şaredariya CHP'ê ew ji cihên wan sirgûn kirin û ji ber wê nema dikarin kar bikin.
* Berxwedêrên di 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek reng derketin, ew roj vegotin. Îbrahîm Bîlgîn gotinê Hayrî Durmuş ên wekî "Kurdistan dibe Vîetnam. Qêrîna berxwedanê ji bîr nekin" bi bîr xist û wiha got: "Tişta ku niha dixwazin bikin ev e, divê em deng bidin dengê girtiyan."
* Serokê Platforma DGD’ê Abdulhakîm Daş, diyar kir ku divê yekitiya neteweyî tenê di rojava partiyên siyasî de nebe, di rojava gel de jî hebe û wiha got: “Divê her çar parçe di bin banê kongreyekê de pirsgirêkan diyar bikin. Tenê bi vî wayî çareserî derbikeve holê.”
* Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsa Rêxistinkirana ÎHD’ê Necla Şengul, diyar kir ku girtina Nazliye Erkan a nexweşa pençeşêrê ye û Ufuk Kîşîn ê ji sedî 77 astengdar e, beramberî kuştina bi zanebûn, her meh 100 kes li lîsteya girtiyên nexweş zêde dibin.
* NÇM’ê wek her sal îsal jî ango ji bo sala 2018’an salnameya kurdî ji bo xwîner û şopînerên xwe çap kir. Di salnameyê îsal de jî giranî dane lîstikên zarokan, çîrokên biwêjan, şûnwarên dîrokî, portreyên kesan, berhemên wêjeya devkî û nivîskî û gelek xalên din ên ziman û dîroka kurdan.
* Ekolojîst Ertugrul Barka, bal kişand ser fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên Modela Civaka Komînal û Ekolojîk û wiha got: "Ocalan bi nerîn û fikrên li ser ekolojiyê pevajoyek nû daye destpêkirin. Weki hemû beşên civakê kesên têkoşîna ekolojiyê didin jî pêdiviya wan ji fikrên Ocalan heye."
* Pala Huner a li Amedê xebatan dike, bernameya xebatan a meha Çileyê aşkera kir. Di meha Çileyê de dê 4 fîlm bên pêşandan û şevbuhêrkek helbestan bê lidarxistin.
* Çalakiya "Em karê xwe şûnve dixwazin" ya li Kolana Yukselê hatiye destpêkirin, di roja 419'an de dewam dike. (13.30/18.00)