NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îran û Rojhilat çalakiyên gel ên li dijî hejarî, bêkarî û polîtîkayên pêkutiyê yên rejîmê Îranê, di roja 4’emîn de li gelek bajaran didome.
Li Îran û Rojhilat Kurdistanê çalakiya gel ên li dijî hejarî, bêkarî û polîtîkayên pêkutiyê yên rejîmê Îranê di roja 4’emîn de li gelek bajaran didome. Di serî de li Tehran û li gelek bajaran çalakî didomin, rejîmê înternet û medyaya civakî qedexe kir.
LI TEHRANÊ ŞER
Çalakiyên li Tehran, Zanîngeha Tehranê û Qada Înkilabê belav bûn û li vê derê dirûşma “Bimire Humeynî” tê berzkirin. Li Qada Înkilabê jî hêzên leşkerî hatin bicihkirin. Di destê êvarê de rejîmê êrîşî gel kir û şer çêbû. Gelek kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.
Li eyalata Îlamê ya li Başûrê Îranê di dema êvarê de bi hezaran kes daketin qadan û dirûşma “Netirsin, netirsin em li ba hev in” berz kirin. Hat ragihandin ku çalakiyên li vê derê didomin.
KIRMAŞAN DÎSA LI SER PÊYAN BÛ
Kirmaşan a ku 3 roj in li ser pêyan e, îro jî çalakî lê hebûn. Li Kirmaşanê Mûhafizên Şoreşê dora Qada Azadî girtin. Nûcegîhanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) yên li bajêr diyar kirin ku li bajêr rewşeke awarte heye.
LI ÛRMIYEYÊ ÇALAKÎ HEBÛN
Li wîlayeta Ûrmiyeyê îro jî çalakî hebûn. Li bajarê Xoyê gelek kesan piştgirî dan çalakiyan û dirûşmê “Bimire dîktatorî” berz kirin.
LI SINÊ ÇALAKÎ DIDOMIN
Li Sinê jî bi hezaran kes daketin qadan û dirûşma “Bimire dîktatorî” berz kirin.
LI LORISTANÊ ŞER
Li wîlayeta Loristanê li bajarên Tiwîsîrkan û Elîguderzê rejîmê êrîşî çalakvanan kir. Tê îdiakirin ku li Tiwîsîrkanê mirî û birîndar hene, lê ev hêj nehatiye piştrastkirin. Li bajarê Nûrebadê yê Loristanê jî çalakî hatin lidarxistin.
DORA MEŞHEDÊ HATE GIRTIN
Li bajarê Meşhedê îro jî çalakî hebûn. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine stendin, Mûhafizên Şoreşê dora bajêr girtine.
LI MAZENDERANÊ ÇALAKÎ
Piştî bangên li ser medyaya civakî li Bakurê Îranê li eyaleta Mazenderanê li Behşarê çalakî hate lidarxistin. Çalakî hê jî didomin.
ÇABAHAR DÎSA LI SER PÊYAN BÛ
Li bajarê Çabaharê yê ku li Başûrê Îranê ye, gel daket qadan û dirûşmên li dijî rejîmê berz kirin.
MEDYAYA CIVAKÎ HATE ASTENGKIRIN
Rejîma Îranê li dijî daxwazên gel ê azadiyê, medyaya civakî asteng kir. Li gelek bajaran înternet qut kir û torên medyaya civakî jî tên girtin. Rejîmê diyar kir ku wan bernameyên bi navê Telegram û Înstagramê girtine.
AMEDNEWS HATE GIRTIN, DENGÊ GEL HATE VEKIRIN
Li Îranê Ajansa Nûçeyan a Amednewsê ya ku li ser Telegramê weşana xwe didomand, ji aliyê îstîxbarata Îtlaatê ya Îranê ve bi hinceta ku ‘piştgiriyê dide kaosê’ hate girtin. Milyonek û 500 kesan ev tor dişopand û piştî girtina vê torê bi navê ‘Dengê Gel’ li ser Telegramê malperek hate vekirin.