WAN - Rojnameger Arif Aslan ê di 21'ê mijdarê de hat berdan û li ser îtîraza dozger dîsa der barê wî de biryara girtinê hat dayîn, hat binçavkirin û birin. Arslan, piştî derxistin dadgeha nobedar, biryara girtina wî rakirin û hat berdan.
Rojnameger Arîf Aslan ku tevî Rojnameger Selman Keleş di 20'ê Adarê de nûçe dişopandin û hatibûn girtin, 8 meh şûnde derxistibûn pêşerî dadgehê. Aslan ku di 21'ê Mijdarê de li dadgehê hatibû berdan, li ser îtîrza dozger dîsa der barê wî de biryara girtinê hatibû dayîn. Aslan ku der barê wî de biryara girtinê hebû hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Aslan ku sewqî Dadgeha Nobedar a Cezayên Giran kirin biryara girtinê ya der barê wî de hat rakirin. Dadgeha Nobedar biryara girtirê rakir û der barê Aslan de biryara berdanê da.