ENQERE - Çalakiya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 418’an de berdewam kir. Çalakvan Alev Şahîn, diyar kir ku ewê bi birçîbûnê terbiye nebin. Polîsên mudaxileyê çalakvanan kirin û tevî Alev Şahîn 5 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 298’an û çalakiya karkerên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 418’an de berdewam kir. Polîsan cardin destûr nedan çalakvana ku li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin. Li ser vê yekê çalakvan li Kolana Konurê kom bûn û dirûşmen berza kirin. Yek ji çalakvanan Alev Şahîn, diyar kir ku dixwazin wan bi birçîbûnê terbiye bikin û wiha axivî: “Nuriye û Semîh 298 rojin di greva birçîbûnê de. Em bi birçîbûnê terbiye nabin. Heya em vegerin karê xwe, emê li ber xwe bidin. Em kedkarin û mafdarin.”
6 BINÇAVKIRIN
Polîsan axaftina Şahîn di nivî de qût kirin, pankarta çalakvanan çirandin û bi Alev Şahîn re, Îlker Işik, Sîmge Akam, Mehmet Dersulu, Nazan Bzokurt û Gulnez Bozkurt binçav kirin.