AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê berdana emîrê DAÎŞ’ê yê Amedê Nîhat Tûran ê 2 caran hat girtin û dîsa hat berdan îtîraz kir û xwest dîsa bê girtin.
Serdozgerê Komarê yê Amedê berdana emîrê DAIŞ'ê yê Amedê Nîhat Tûran îtîraz kir û xwest dîsa bê girtin. Polîsên tevgera taybet û tîmên taybet di 26'ê Cotmeha 2015’an de li Amedê bi sedema ku amadekariya çalakiyan dikin bi ser hucreyên DAIŞ'ê de girtibûn. Di serdegirtina mala hucre ya DAIŞ'ê de 2 polis û 5 endamên DAIŞ'ê hatibûn kuştin. Di operasyona li dijî DAIŞ'ê de tevî “Emîrê Amedê" Nihat Turan 16 kes hatibûn binçavkirin. Turan di hezirana 2016’an de hatibû berdan û dîsa hatibû girtin.
Di 28'ê kanûnê de 7'emîn danişîna doza endamên DAIŞ'ê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê der barê 16 bersûcan de biryara berdanê dan û tev hatin berdan. 16 girtiyên bersûc ku bi sucdariya “Endamê rêxistina çekdarî", “Maddeya talûke peyda kiriye" “Li dijî zagona çekên bi agir muxalifî kiriye" ji bo her yekî ji 15 salan heta 37 salan ceza tê xwestin. Li gorî nivîsa ku Wezareta Dadê ji Serdozgerê Komarê yê Amedê re şand hat diyarkirin ku Nîhat Tûran ê bi kodê "Cevher" Emirê Amedê ye. Wezaretê diyar kiribû ku piştî Turan hat berdan dîsa bi çalak tev li xebatên rêxistinê bûye û hişyarî kiribû.
DOZGER ÎTÎRAZ KIR
Piştî 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der barê Emîr Nîhat Tûran jî di navde 16 kes serbest berdan, Serdozgerê Komarê yê Amedê dîsa berdana Turan îtiraz kir. Dozger li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran îtiraz kir. Dadgeha 6'emîn jî bi sedema “şika bi hêz a sucdariyê heye der barê Turan de biryara girtinê da. Turan, di danişina 28'ê Kanûnê de hatibû berdan.