ÎZMÎR - Li Îzmîrê, di operasyonên bi hinceta îxbar heye de 48 kes hatin girtin. Parêzer Nergîz Tuba Aslan, diyar kir ku pêdiviya dewletê bi ‘terorîstê’ heye û wiha got: “Ji bo vê yekê ne li gorî krîterên hiqûqî, li gorî pêdiviyên kaosa ku dixwaze ava bike, lêpirsîn tê kirin.”
Li Îzmîrê di Kanûnê de, di serdegirtinên malan de 73 kes hatin binçav kirin, ji van 48 kes jî hatin girtin. Bi hineta “Îxbar” heya gelek operasyon hatin lidarxistin. Di girtekên Midûryeta Polîsan de, derket holê ku li du hev îxberên bê nav ên weke “Dê çalakî lidarbixin, bombe biteqîn in” hatine kirin. Lê balkêşe ku binçavkirinên dispêrin van îxbaran, bi hinceta parvekirinên medya civakî girtin çêdibin. Sekretera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Îzmîrê Parêzer Nergîs Tuba Aslan operasyon û girtinên bi biryara KHK’ê hatin kirin nirxandin
'TEHEMULA MUXALEFETÊ JI YEK DENGÎ RE TUNEYE'
Aslan, diyar kir ku desthilatdariya siyasî ji bo muxalîfa civakî bêdeng bike van operasyonan li dar dixe û wiha axivî: “Dixwazin hemû dengan qût bikin. Li bajarekê mîna Îzmîr her roj bi dehan kes bi îdîayên “Endamê rêxinê” û “Propagandaya rêxistinê kirin” tên girin. Ev faşîzme. Di naveroka hemû lêpirsînan de tenê parvekirinên medya civakî hene. Rexneyek biçûk jî dibe sedema tirsa desthilatdariyê. Desthilatdarî naxwaze dengekê tenê yê muxalîfê bibihîse û ji be vê yekê peywirin bê sînor dide hêzên polîs û leşkeran.”
'TEKANE RÊ BI HÊZKIRINA MUXALEFETÊ YE'
Aslan, anî ziman ku bûyerên tên jiyîn dişibin salên 90’î û wiha got: “Mehmet Agaran jî bi gotinên îtirafkar, kes binçav dikirin. Niha ew serdem tê jiyîn. Bi darê zorê dixwazin mirovan bikin îtirafkar. Îşkeceyên derûnî û fîzîkî pir zêdebûne û di encama beyanên îtirafkaran de gelek rojnameger, sîyasetmedar, parêzer û welatî hatin girtin. Ev tirsa ji muxalefeta civakê ye. Mekanîzmayên dadgehê bi her awayî mîna darê desthilatdariya siyasî erka xwe bi cih tîne. Ev bi hev ve girêdayîne. Ji bo ev bên derbas kirin, pêwîstî bi hêzên muxalîf ên civakî, têkoşer û piştevaniyê heye.
'JI BO BIHARÊ DIVÊ EM TÊBIKOŞIN’
Aslan, pêdiviya dewletê bi ‘terorîstê’ heye û wiha bi dawî kir: “Ji bo vê yekê ne li gorî krîterên hiqûqî, li gorî pêdiviyên kaosa ku dixwaze ava bike, kar dike. Gelo hiqûq kê ye? Bê hiqûqiyek mezin heye. Lê di konsepta niha de weke ku min gotî pêdivî bi gelek girtiyan heye. Cardin hîn zêdetir pêdivî bi kaos û krîzê heye. Bi fermana desthilatdariyê hemû tişt tên kirin. Ev konsepteke û divê em hişyar bin. Em di serdemek zor û zehmet re derbas dibin. Raste li pêşiya me zivistanek giran heye, lê ji bo em biharê bibînin, divê em bi hevre têbikoşin.”