NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li dijî baregeha leşkerî ya TSK'ê ya li Kanîmasî ya nêzî bajarê Zaxo êrîş pêk hat. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di êrîş de 11 leşker hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bû.
Çavkaniyên herêmî da zanîn ku di 29'ê Kanûnê de li dijî baregeha leşkerî ya TSK'ê ya li Kanîmasiyê ya li bajarê Zaxo êrîş pêk hatiye. Ne hat zanîn ku êrîş ji aliyê kêve pêk hatiye. Lê hêzên ev çalakî pêk anîn nişeyeke "Tola Mexmûrê ye" li dû xwe hiştin baregehê. Li gorî agahiyan, di êrîş de 11 leşkerên Tirk mirin, 7 leşker birîndar bûn û tankek hat rûxandin. Heta niha kesê berpiryariya çalakiyê ne girtiye ser xwe.
Baregeha leşkerî ya Tirk a li Kanîmasiyê di sala 1995'an hat avakirin. Bi sedan leşkerên Tirk, maşînên zirxî û teknîka îstîxbaratê lê hat bicihkirin. Ev baregeh di encama peymana bi PDK'ê re li Başûrê Kurdistanê hat avakirin. Li vê baregehê karê keşf û îstîxbaratê tê kirin.