STENBOL - Li ser Rêya Peravê ya Maltepe kesekî nasnameya wî nediyar, bê mal û astengdar bi çekê hat kuştin.
Li Rawestgeha Îstasyona Rêya Peravê ya Maltepe ya Stenbolê, kesekî bê mal, astengdar û nasnameya wî ne diyar rastî êrîşa bi çek hat. Hat diyar kirin ku kesê temenê wî di navbera 50-60 salî de ye piştî rastî êrîşe hat, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Kartal Lutfî Kirdar. Kesê birîndar li nexweşxanê jiyan xwe ji dest da. Sedema bûyerê nehat zanîn. Lêpirsîna derbarê bûyerê de hat destpêkirin, didome.