NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên gel ên li dijî hikûmeta Îranê berfireh dibin. Tê gotin ku heya derengiya şeva borî gel li qadan bûn. Hat diyar kirin ku 4 xwepêşandan ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin.
Li Rojhilat û Îranê çalakiyên gel ên li dijî hejarî, bêkarî, giranbûn û polîtîkayên zextê yên rejîmê destpêkirîne berdewam dikin. Heya derengiya şeva borî gel li qadan bû. Xetên înternet û telefonan jî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate birîn. Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û bi taybet li Kirmaşan, Tehran, Erak, Bender Ebas, Duruk, Ehwaz, Xurem Abad, Kerec, Zencer, Ebher û bi dehan navçe û bajarokên din xwepêşadanên li dijî desthilatdariya siyasî, aborî û leşkerî ya Îranê berdewam kirin. Li her derê hêzên Îranê êrîşî xwepêşandana kir. Di dîroka Îranê de cara yekeme xwepêşandanên wiha berfireh ên seranserî Îranê çêdibin. Tenê di çarçoveya şoreşa sala 1979'an de xwepêşandana gelên Îranê di vê astê de pêk hatin. Lê li gelenperiya Îranê nebûn û sînordar bûn. Tenê li Tehran, Qum û çend bajarên din pêk hatin.
HÊZÊN REJÎMÊ LI SER GEL GULE BARANDIN
Yekem care xeta sor a Komara Îslamî ya Îranê evqas derbas dikin û xelk li dijî sîstema Komara Îranê û Rêveberê Olî yê hikûmeta Îranê Elî Xameneyî dirûşmeyan diavêjin. Li bajarê Durudî yê parêzgeha Loristanê hêzên rejîmê gule barandin ser xwepêşdanderan û hate ragihandin ku di gulebaranê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûn.Li çend bajaran xwepêşdanan avahiyên qeymetamtiyê şewitandin. Her wiha li çend bajaran nuqteyên polîsan xera kirin.
KEL BI KEVIRAN XWE PARAST
Hêzên polîs û leşkerî yên Îranê, fi bermanê êrîşî xwepêşanderan kirin. Li hemberî êrîşan gel bi keviran xwe parastin. Li gorî dîmenên ku di torên civakî de tên weşandin tê dîtin ku polîs ji ber berên xwepêşandana kolana li gel re dihêlin.Piştî ku şevê din xwepêşandan îspat kir ku niyeta wan a qadan berde nîne, hemû xetên înternet û telefonan ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat birîn.
Ajansa Nûçeyan a Amednews (Zanyarî, Têkoşan, Demokrastî news) ji aliyê berpirsên ewlehiyê û îstîxbarata Îranê ve weke ajansekî 'Rewşê aloz dike' hate bi nav kirin. Kelana Têlegramî ku zêdeyî milyonek û nîv endam hebû, deqe bi qede nûçe û dîmenên xwepêşandana bilav dikir, ji aliyê hikûmeta hate girtin û asteng kirin.Her wiha ji bo îro jî xwepêşandan destpê bikin li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bang hatine kirin, beşdarî xwepêşandên giştî ên li dijî hikûmeta Îranê bibin. Li bajarê Urmiyê, Merîwan, Sine yên Rojhilatê Kurdistanê û dehan bajarên din ên weke Tebrîz, Sarî û Reşt banga lidarxistina xwepêşandanên ji bo îro hat kirin. Di xwepêşandanan de bi dirûşmeyên weke ‘Bimire Dîktatorî’, ‘Bese ji rejîma Molla re’ û ‘Em Komara Îslamî naxwazin’ rejîmê protesto dikin.