AMED – Malbata zarokê 5 salî Ferhat Dalkiliç ê polîsan bi maşînê lê xist û kuşt li dozgeriyê gilî kirin.
Malbata zarokê 5 salî Ferhat Dalkiliç e 2 roj berê polîsan bi maşînê le xist û kuştin, li dozgeriya Komarê ya Amedê gilî kirin. Di 29'ê Kanûnê de polîsan bi maşînê ji navenda bajêr diçûn Zanîngeha Dîcleyê, li Xaçeriya Seyrantepeyê li zarokekê 5 salî Ferhat Dalkiliç qeliband û kuştin. Dalkiliç ê bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Lê tevî hemû mudaxaleyan Dalkiliç li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest da û piştî otopsiyê li gundê wî yê girêdayî Navenda Amedê hatibû defin kirin. Piştî bûyerê nehat zanîn ku kes têkildarî kuştinê hatiye binçavkirin ya na. Bavê Dalkiliç Şehmus Dalkiliç, bi riya parêzerê xwe serî li serdozgeriya komarê da û xwest bersûc bên darizandin û girtin. Dalkiliç, anî ziman ku dê serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bide û heta dawî dozê bişopine. Dalkiliç, anî ziman ku maşîna plisan a li kurê wî xist, kurê wî herî kêm 15 metre avêtibû ser kolanê.
Dalkiliç, li Mala Şînê ya Posûriyan sersaxiyê qebûl dike.