30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya

  • rojane
  • 09:44 31 Kanûn 2017
  • |
img

STENBOL – Şahid û mexdûrê darbeya 12'ê Îlonê Tuna Atalay ê li Girtîgeha Metrisê li dijî cilên yek tîp 2 sal û nîvan di hucreyê de li berxwe da, diyar kir ku ew wêneyê wan ê rûmetê ye û tu carî ji nasnameya xwe ya siyasî tawîz nedan û tawîzan nadin. 

Îktîdara AKP'ê di her firsendê de berî her tiştî berê xwe dide girtîgehan. Bi OHAL'ê û derxistina KHK'yan re mafê girtiyan ê ragihandinê qut kir. Bi KHK'yên dawî jî biryara "Cilên Yek Tîp" derxist û dixwaze cilên yek tîp li girtiyan bike. Di serdema 12'ê Îlonê de jî girtiyan "cilên yek tîp" qebûl nekiribûn û avêtibûn. Girtiyên Girtîgeha Amed, Metrîs, Sultanahmet û Sagmacilarê li dijî vê pêkanînê li ber xwe dan û cil li xwe nekiribûn. Şahidê wê demê diyar kirin ku girtî li rûmeta xwe xwedî derneketin û tevî hemû zextan li ber xwe dan. Şahid û mexdûrê darbeya 12'ê Îlonê Tuna Atalay ê li Girtîgeha Metrisê ji ber ku li dijî cilên yek tîp derket 2 sal û nîvan di yek hucreyê de hat girtin û anî ziman ku ew wêneyê dema ew û hevalên wî tazî anîn salona dadgehê wêneyê rûmeta wan e. Atalay, da zanîn ku ew wêneyê berxwedanê rûmeta wan e û wiha got: "Me wê demê tu carî ji rûmeta xwe tawîz neda, em niha jî ji rûmeta xwe tawîzê nadin. Em dê bi wî wêneyê berxwedan û rûmetê hebûna xwe berdewam bikin."  
 
Atalay, anî ziman ku di salên 1983-1985'an de li Girtîgeha Metrîsê li dijî cilên yek tîp li ber xwedan û wiha got: "Pêkanenên wê demê îro dîsa bi KHK yan dixin meriyetê. Di serdema 12'ê îlonê de xwestin her kesî bikin wekî leşkeran. Xwestin her kesî bikin yek tîp. Xwestin her kesî ji nasnameyên wan ên siyasî dûr bixin û mejiyê wan ji bikin yek tîp. Piştî pergala yek tîp dest pê kir, qedexe, ceza û astengiyên li ser mafê me gelek zêde bûn. Em di çileyên 1984'an de rastî vê pêkanînê hatin. Di meha cileyê de danişîna doza me hebû. Leşkeran bi zorê cilên yek tîp li me kirin. Pişte ez û hevalên min kelepçe kirin û avêtin hewşê. Dema em birin salona dadgehê kelepçeyên me ji destê me derxistin. Me li salonê cilên yek tîp çirandin û avêtin. Me wê demê siloganên ku em cilên yek tîp li xwe nakin berz kirin. Piştî vê pêvajoyê û çalakiyên greva birçîbûnê dest ji vê pêkanîna cilên yek tîp berdan. Me cil li xwe nekir. Hemû pevajoya girtî me bi bincilan derbas kir. Ji ber em li dijî cilan derketin hemû mafê me li me qedexe kir. Hewş, ziyaret, ragihandin her tişt li me qedexe kir. Piştî me jî yên hatin girtin ew berxwedan berdewam kir. Em hemû kesên wê demê dihatin darizandin tev hatin berdan û beraet kir."  
 
‘NASNAMEYA SÎYASÎ HEYE' 
 
Atalay, anî ziman ku wê demê cilên yek tîp li girtiyên edlî ferz nekirin û tenê li girtiyên siyasî ferz kirin û wiha got: "Ji ber ku girtiyên siyasî xwedî nasnameyek bû xwestin wan bê nasname bihelin û ev li ser girtiyên siyasî pêş xistin. Xwestin polîtîkaya yek tîp li ser mirovan pêş bixin. Wê demê piştî berxwedanê û bi bedelên mirin birîndar û berxwedana li dijî zilmê ev pergal bi dawî bû." 
 
‘MÎNAKA GUANTANAMO LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Atalay, bal kişand ser gotinên Serokê AKP'ê Erdogan a ku Guantanamo wekî referand û mînak nîşan da û wiha got: "Mînaka Guanatamo nişan dide ku li dijî hniqûqê ye. Ji ber ku ev girtîgeh li dijî nirxên mirovahiyê ye. Nîşana dijmirovahiyê ye. " 
 
‘LI DIJÎ YEK TÎPÊ YEKÎTÎ'
 
Atalay, anî ziman ku pir girîng e ku her kes li dijî vê biryara "Cilên yek tîp" bibin yek û wiha got: "Yekîtiya li dijî vê biryarê pir girîng e. Bê guman girtiyên siyasî dê cilên yek tîp li xwe nekin. Lê divê li derve jî li dijî vê biryarê yekîtî û bertekên xurt hebin. Divê li derve û hundir hemû kes li dijî vê pergalê bibin yek. Ji ber ku ev binpêkirina karneya mahsumiyetê ye. Binpêkirina mafan e. Li dijî hiqûqa navneteweyî û neteweyî ye. Li dijî edalet û mafên mirovan e."
 
Atalay, bal kişand ser wêneyê ku li salona dadgehê hatiye kişandin û wiha got: "Ew wêneyê rûmetê ye. Ew bû sembola berxewdana Metrîsê. Ew wêne di 17'ê Çileya 1984'an de hat kişandin. Piştî cilên yek tîp ket meriyetê yekem rûniştina dozê ya me bû. Ew wêne bû wêneyê rûmetê û em dê vî wêneyî û vê rûmetê biparêzin û diparêzin. 
 
Atalay, herî dawî anî ziman ku hikûmetê piştî 15'ê tîrmehê OHAL û KHK xistin meriyetê û ev pêkanînên wê nîşan dide ku hikûmeta AKP’'ê dixwaze xwe bişîbine 12'ê îlonê û nişan dide ku berdewama 12'ê Îlonê ye." 
 
MA / Yasin Kobulan - Sadiye Eser
 

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin