HATAY - Li Tirkiyeyê yekane gundê ermeniyan gundê Vakifliyê ye. Li vî gundî malbat karê çandiniya organik dikin. Li vî gundî jin pêşengtiya çandiniya organîk dikin ermenî kêfxweş û şa ne.
Gundê Vakifli yê 4 kîlometre dûrî navçeya Samandag a Hatayê ye, li Tirkiyeyê yekane gundê ermeniyan e. Li gund 30 malbat hene û debara xwe bi çandiniya organîk, sabûna qarê, dimsa hinaran, rîçal û zeytê dikin. Dêra Dayîka Meryem Azîzê jî li gund heye û li gund herî zêde pîr û kal dijîn. Ciwanên gund an berê xwe dane bajêrên mezin, anî jî çûne welatên biyanî.
LI ÇIYAYÊ MUSA 40 ROJ
Dîroka gundê Vakifli heta bêje balkêş e. Gelê ermenî yê di salên 1915’an de li gundên Kebusiye, Vakif, Hidir Bek, Yogunoluk, Hablak, Bityas û Yezur ên Hatayê dijiyan, piştî hay ji ermeniyên Anatolyayê ku çi hat serê wan çêbû, biryar didin ku derkevin serê çiyê. Ji 7 gundan nêzî 4 hezar û 500 ermenî berê xwe dan Çiyayê Mûsayê û li wir 40 rojî man.
Piştî berxwedana 40 rojan, kêştiyek fransizî wan xelas dike û destpêkê dibe Misrê û ji wir jî wan derbasî Port Saîdê dike. Ermeniyên hatayî piştî 4 salan li vir vedigerin gundê xwe. Hatay ku heya salên 1939’an dibin desthilatdariya Fransayê de bû, ji vê dîrokê û şûn ve dibe axa Tirkiyeyê. Ev yek dibe sedem ku ermenî cardin biryarek nû bidin.
Ev kêlî ji bo Ermeniyan pir zor bûn. Hinekan biryar da biçin, lê hinekan jî biryar da ku bimînin. Malbatên çûn, li Geliyê Bekaa ya Lubnanê gundekî dişibe gundê Vakifli ava kirin. Hinek malbat jî li Sûriyeyê bi cih bûn. Malbatên man jî, li gundê Vakifli bi cih bûn. Serokê destpêkê yê dewleta Ermenîstana Serbixwe Levon Ter Petrosyan eslê xwe ji malbateke gundê Vakifli ye. Li vî gund bi lehçeyeke ermenkî ya cuda tê axaftin û kesekî bûyerên salên 1915’an bizanibe tune ye. Ên ku dizanin jî zêde naxwazin qala wan rojan bikin.
BI ÇANDINIYÊ RE ELEQEDER DIBIN
Çûyîna gundê Vakifli yê Samandagê pir zehmet e. Riya gund hemû çal in û ji ber vê zorê dide wesayîtan. Yek ji welatiyên gund Kuhar Kartun, jiyana xwe ya îro vegot. Kartun, diyar kir ku herî zêde çandiniya organîk dikin û wiha axivî: “Em bi usûla palûteyî dixebitin.”
'EM LI GUNDÊ XWE KÊFXWEŞ IN’
Kartun, anî ziman ku niha ew bi tu êrîşan re rû bi rû namînin û wiha domand: “Li Hatayê em mîna xwişk û bira dijîn. Yekitî û bihevrebûn heye. Hemû kes li hemberî hev bi rêzgirî tev digerin. Em di nava hevbeşiyekê de ne. Jinên li Vakifli di bin banê kooperatîfa avakirin de bi usûla palûteyî berên xwe difiroşin. Jin bi vî awayî hem aboriya xwe pêş dixin û hem jî ji bo pêşketina gund dibin alîkar. Ji ber ku em li Hatayê dijîn kêfxweş û şanaz in.”
MA / Hamdullah Keser