COLEMÊRG - Mûstafa Geylan ê ku 19 sal in di girtîgehê de ye ani ziman ku di jiyana wî ya li girtîgehê de ew her tim bi zext, zorî û işkenceyên dewletê re rû bi rû maye, lê niha ev yek derketiye asta herî jor.
Mûstafa Geylan ê ku ev 19 sal in di girtîgehê de ye bi riya telefonê li malbata xwe geriya û got ku Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê ji aliyê dewletê wekî pîlot hatiye hilbijartin û zext û zoriyên li girtîgehê di asta herî jor de ne. Geylanê ku jiyana wî di girtîgehê de derbasbûye got ku ji ber ew ji sekna xwe ya siyasî tawî znadin çewisandinên li ser wan her diçe zêdetir dibin, lê belê çi dibe bila bibe ew ê tu carî dev ji vê sekna xwe bernedin.
Mûstafa Geylan ê ku di sala 1969'ande li gundê Deman yê Şemzînan a Colemêrgê ji dayik bûye, di sala 1990'î de tevi refê gerila bûye. Di Newroza 1999 ya li Gurcîstanê de ji aliyê Dewleta Gurcîstanê ve tevî 6 hevalên xwe hatiye binçavkirin û teslîmî Dewleta Tirkiyeyê hatiye kirin. Geylan piştî ku ji aliyê Dewleta Gurcîstanê teslimê Dewleta Tirkiyeyê hatiye kirin, tevî 6 hevalên xwe li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemin a Erziromê tê darizandin û wan dişînin Girtîgeha Tipa E ya Erziromê. Geylanê ku 36 sala lê hat birîn, 11 salan di bin zextan de li vê girtîgehê dimîne.
19 SALAN ZEXT Û ZORÎ, ÎŞKENCE...
Geylanê ku 11 sal li Girtîgeha Erzirom dimîne, paşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Mûşê tê kirin û li vir jî 2 sal û 6 mehan dimîne. Paşê tevî hinek hevalên xwe sirgûnî Girtigeha Tîpa E ya Gûmûşhaneyê tê kirin. Li vir dijî zext, zorî û îşkenceyên rêvberiya girtîgehê 5 salan li ber xwe dide û li vê girtîgeha li hemberî zext û qedexeyan jî pirtûka "Guzel Tanriça" ya ku behsa mîtolojiyê dike derdixe. Piştî 5 salên li vê girtîgehê vê carê di 29 Tirmeh 2017'an de bi awayekî dijwar tevî 30 hevalên xwe bêyî pêlavên xwe têxin lingên xwe tevî şimikan sirgûnî Girtîgeha Tipa T a Xarpêtê tê kirin.
Geylanê ku bi riya telefonê li malbata xwe ya li Şemzinanê geriya, binpêkirinên li girtîgehê xwe didin ragihandin. Birayê Geylan Fahir Geylan got ku birayê wî di odeyekê yek kesî de tdimîne û dema bi wan re axiviyê gotiye ku ewqas sal di girtîgehê de ye lê cara ewil e ku ew bi zext ûz oriyên wisa re rû bi rû maye. Bira Geylan got ku birayê wî ji bo girtigehê ev tişt anine ziman: "Ev der ji ber ji aliyê dewletê ve wekî pîlot hatiye hilbijartin zext û zorî pir in. Hovîtiyek mezin li vir heye. Cil û nan nadin me. Demeke dirêj e rojnameyê nadin me. Carinan mafê telefonê jî tê bipêkirin. Nahêlin em malbatê xwe bibnin. Kunyeya ku li leşkeriye pêk tê li vir jî xistine dewrê. Kincên yek tîpî jî tên ferzkirin. Sûcdarên edlî ji bo sixurtiyê dixin nava girtiyên siyasî. Li hemberî van zextan em ê li ber xwe bidin. Me tu caran paşve gav neavêtiye, em ê dîsa jî navêjin. Ya muhîm ew e piştgirya welatiyên li der ve ye."
Bira Geylanî diyar kir ku ji ber birayê wî yê 19 sal in di girtîgehê de ye tevî hevalên xwe tu carî ji sekna xwe tawîz nade tim bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne û ji bo hesasiyeta rewşê banga piştevaniyê li raya giştî kir.
MA /Fethî Balaman