STENBOL – Dîrokzan Erdogan Aydin bertek nîşanî madeya 121’emîn a KHK’ya Jimare 696’an da û parast ku ev biryaname ji Qanûna Jimare 1850’yî ku di 20’ê Tîrmeha 1931’ê de ji bo parastina kiryarên Komkujiya Geliyê Zîlanê hat derxistin talûketir e.
Dîrokzan Erdogan Aydin madeya 121’emîn a Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê De (KHK) a Jimare 696’an ku ji bo “necazakirina kesên hewldann darbayê û çalakiyên terorê ditepisînin” hat derxistin bertek nîşan da. Aydin destnîşan kir ku di nivîsandina vê madeyê de tu şaşî tune ne û ev tişt gotin: “15’ê Tîrmehê bi serê wê ve hatiye zeliqandin û ji bo ji niha û pê ve muxalefetê krîmînalîze bike, bieciqîne hatiye çêkirin. Li Tirkiyeya ku ev biryarname lê hebe, ne mumkun e ku mirov behsa demokrasiyê, huqûqê bike.”
Aydin, bi bîr xist ku Enver Paşayê ku 100 sal berê rê li ber hilweşandina Împaratoriya Osmaniyan vekir û belaheq û belasebeb welat ber bi şer ve bir jî gotinên bi vî rengî bi kar anîne û van gotinê Enver Paşa parve kirin: “Her tiştên me li gor qanûna ye. Dema em bixwazin tiştekî bikin, demildest ji karmendên Wezareta Harbiyeyê re dibêjim. Qanûna vê yekê çê dikin.” Aydin balê kişand ser Qanûna Jimare 1850 ku di sala 1931’ê de ji bi parastina kiryarên Komkujiya Geliyê Zîlanê hat derxistin û diyar kir ku sivîlên ku tev li kuştina kurdan bûn rasterast nehatin darizandin û ev tişt gotin: “Lê dema mirov ji hêla din wê binirxîne, biryarnameya îro jê xerabtir e. Çimkî her çi qas kirasê rewabûnê li xwe bike jî, ev yek ji bo nixumandina ser sûcên ku di dema 15’ê Tîrmehê de hatin kirin û tê xwestin ku rewşeke mayînde li vê yekê bar bikin. Biryarnameya 1931’ê tenê ji bo pêvajoyeke 6 mehî derbasdar bû. Eger em di warê dîroka demokrasiyê de binirxînin, rewşa îroyîn pir wehîm e.”
Aydin, destnîşan kir ku divê misliman, elewî, kurd, tirk, feqîr û dewlemendên Tirkiyeyê hemû bên gel hev û bibêjin “Em ne liyaqî rewşeke evqaasî derhuqûqî, paşverû û derî demokrasiyê ne.”