EDENE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, di civina “Ji bo Her Kesî Mafên Mirovan" de bal kişand ser kesên di bin çavan de tên windakirin û wiha got: "Li Tirkiye di 2 salên dawî de windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir.
Komeleya Mafên Mirovan û Sivîl Bifikire (Sivîl Duşün) di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de komxebata “Ji bo Her Kesî Mafên Mirovan" di hefteya çaran de berdewam kir. Komxebatê li Lokala Baroyê ya Edenyê pêk hat. Di civînê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Dr. Miehmet Atmen tev li civina “Ji bo Her Kesî Mafên Mirovan" bûn. Hevserokê ÎHD'ê Turkdogan, bal kişand ser kesên di bin çavan de tên windakirin û wiha got: "Li Tirkiye di 2 salên dawî de windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir.
Dr. Mehmet Atmen, jî bal kişand ser mafê tenduristiyê û anî ziman ku bi KHK'ê mafê mirovan ê tenduristiyê ji destê wan hatine girtin.