NAVENDA NUÇEYAN - Komên DAIŞ'ê ku li Sûriye û Iraqê, di şerê li dijî şervanên QSD, YPJ-YPG'ê têk çûn, niha bi nav û şêwazekî din dixwaze derkeve ser dikê. Di çalakiyên dawî de zêdetir bi şêwaza sûîqastan derdikeve pêş.
Komên DAIŞ'ê yên di şerê li dijî QSD, YPJ û YPG'ê de "Xilafetiya" xwe ya Iraq û Sûriyê winda kir, şêwaza şerê xwe guhert. Di çalakiyên dawi de bêtir li ser tarzê suîqastê disekine. Hejmarek mezin ji van çalakiyan li bajarên başurê Kurdistanê û Iraqê yên li Selahadîn, Samera, Hiwêca û hwd pêk hatin bi çalakiyên suîqastê xwe dan der. Yek ji van çalakiyan li derdora Reqqayê jî pêk hat. Bi vê yekê jî diyar dibe ku DAIŞ ji şêwaza şerê rû bi rû derbasî şerê veşartî û sûîqastê bibe. Hat destnîşan kirin ku DAIŞ amadekariya êrîşekî bi vê şêwazî li dijî QSD'ê û hin welatên Ewropayê di serê salê de pêk bîne.
DAIŞ DÊ CEJNÊN OLÎ HEDEF BIGIRE
Tê gotin ku piraniya şaneyên razayî ya DAIŞ'ê ji bo destpêkirina çalakiyên xwe perspektîfên giştî esas digirin. Ji ber ku êdî zêde ne di hêla teknolojî û ne jî firsend bibînin ku ji navenda rêveberiya xwe rojane an jî heftane perspektîf werbigirin. Ji bo vê jî her şaneyên li welatên Ewropa û heremê bê ku li benda perspektîfê bin, însiyatîfa xwe dikarin bikar bînin. Ji bo vê jî komên DAIŞ'ê di vê demê de wê roj û cejinên olî û neteweyî hedef bigirin da ku nakokiyan di navbêra netew û mezheban de şer derxin."