STENBOL - Xebatkarên TV10'ê ji bo televîzyona wan bê vekirin çalakiya xwe berdewam kirin. Serokê Lijneya Rêveberiya TV 10 Velî Buyukşahin, diyar kir ku hebûna malên wan bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin.
Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo kanala tv bê vekirin çalakiya xwe di hefteya 65'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Di çalakiyê de hunermend Pınar Aydınlar, parazvanên mafên mirovan, mirovên şemiyê û komeleyên elewiyan amade bûn. Di çalakiyê de pankarta “Dengê elewiyan TV10 nayê girtin", "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" û “Dengê heqîqetê nayê bêdengkirin" vekirin. Komê di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" “Dengê elewiyan TV10 nayê bêdêngkirin" berz kirin.
Di çalakiyê de Serokê Lijneya Rêveberiya TV 10 Velî Buyukşahin, diyar kir ku hebûna malên wan bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin û wiha got: "Di sala 2017'an de hemû kesên heq û hiqûq xwestin zext li ser wan zêde bû. Di salek dawî de 3 xebatkarên TV10 hatin binçavkirin. Kameravanê TV10 Kemal Demir hat girtin. Me li Şêwira dewletê doz vekir, lê hêj tu besîv nehatiye. Me xwest serî li Komîsyona OHAL'ê bidin, lê mixabin serlêdana me qebûl nekirin. Niha jî mal û milkê televizyona me bi destê TMSF'ê pêşkêşî kesên din dikin. Hem zilmê dikin û hem jî malê me pêşkêşî kesên zilmê li me dikin. Li Meletî, Stenbol, Enqere û manisayê xaniyên elewiyan hatin xêzkirin. Divê di sala 2018'an de bindest û hemû kesên muxalif dest bidin hev."
Hunermed Pinar Aydinlar jî diyar kir ku TV10 ne tenê çalakiya elewiyan e, televîzyona hemû kesên bindest in. Aydinlar, xwest ji bo karibin deyişên xwe, stranên xwe û lorînên xwe azad bistrên televîzyona wan dîsa vekirin.