ENQERE – Polîsan mudaxeleyî çalakiya KESK’ê ya xwest li Enqereyê pêk bîne kir. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî di nav de 3 kes destên wan li pişt wan kelepçe kirin û binçav kirin.
Sendîkaya Konfedarsyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) xwest li Kolana Mîthatpaşa ya Enqereyê çalakiyê li dar bixe. Beriya daxuyaniyê polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir. Di mudaxeleyê de Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen jî di nav de 3 kes destên wan li pişt wan kelepçe kirin û binçav kirin. Têkildarî mijarê li Şaxa SES’ê ya Enqereyê Endamê MYK’ê ya KESK’ê Îlhan Yigît agahî da û got: “Hevalên me destên wan li pişta wan hatin kelepçekirin û binçavkirin. Ev êrîş jî bi KHK’iya hejmara 696’an ve girêdayî ye. Ev helwesta kêfî demek dirêje li welatê me dewam dike. Ji aliyê kesên dewlet unîforma li wan dike û çekan dide destê wan pêk tê. Em vê yekê qebûl nakin.”