ENQERE – Li Kolana Yukselê çalakî di roja 417’an de berdewam kir. Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û 6 çalakvan binçav kirin.
Çalakiya Akadamîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ên piştî bi KHK’ê hatin îxrackirin dest bi greva birçîbûnê kirin, di 297 roj e didome. Çalakiya piştevaniya ji bo Gulmen û Ozakça ya kedkarên a “Em paş ve karê xwe dixwazin” jî ket roja 417’an. Çalakgeran xwest li Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakî li dar bixe, lê polîsan destûr neda. Çalakger li Kolana Konur li hev kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û 6 çalakvan binçav kir.