AMED – Baroya Amedê der barê qewimandinên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bang li rayedarên hikumetê kir û got ku rewşa girtiyên li Xarpêtê her ku diçe kirîtîktir dibe û rewşa li wir metirsiyan zêde dikin.
Baroya Amedê, li ser binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, li avahiya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Mafên Mirovan a Baroyê Onder Alçîçek metna daxuyaniyê xwend û ji Wezareta Edaletê û hemû rayedarên pêwendîdar xwest, bi erk û wezîfeya xwe rabin.
Alçîçek bi bîr xit ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, li dijî ferzkirina nasnameyê û çaresernekirina pirsgirêkên li girtîgehan beşek ji girtî û hikumxwaran dest bi grav birçîbûnê ya dorveger kirin. Alçîçek anî ziman ku greva birçîbûnê dewam dike û greva birçîbûnê îro ketiye roja 51'ê û hejmara girtiyên tevlî grevê bûne bûye 10 kes.
‘REWŞ KRÎTÎK E’
Alçîçek ragihand ku rewşa tenduristiyê ya girtî û hikumxwaran cidî ye û got: “Heke greva birçîbûnê dewam bike û pêkanînên mafên mirovan neyên çareserkirin, dibe ku pirsgirêkên tenduristiyê yên mayinde li girtî û hikumxwaran der bibin.” Alçîçek bi bîr xist ku parastina mafê jiyanê yê girtî û hikumxwaran di berpirsyariya Wezareta Edaletê de ye û ji wezaretê xwest ku di vî warî de gavên pêwîst demildest biavêje.