ŞIRNEX - Endamê SES'ê Azîz Yural ê li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de hêzên dewletê ew kuştibûn, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'yê Adara 2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên dewletê qedexeya derketina derve îlan kiribûn. Endamê Sendîkaya Kedakrên Tenduristiyê (SES) Azîz Yural, di vê demê de dema xwestibû alîkarî bide jineke nexwş, sekvanên dewletê gule li serê wî dabûn û ewa qetilkiribûn. Yural di 2'yemîn salvegera kuştina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di serî de malbata Yural, hevserokên giştî yên SES'ê Îbrahîm Kara û Gonul Erdem, şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedakrên Cemaweriyê (KESK) ên Mêrdîn, Sêrt, Amed û Şirnexê jî di nav de gelek kes çûn ser gora Yural.
Piştî qurnefîlên sor danîn ser gorê, Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara da zanîn ku ew ê xwedî li mêrateya hevrêyên xwe derkevin û wiha axivî: "Dema Yural xizmeta tenduristiyê ji bo gelê xwe dibir hat kuştin. Vê yekê êşeke mezin di dilê me de çêkir."
Endamên KESK'ê piştî ji malbata Yural re sersaxî xwestin, çûn serdana malbata kedkarê tenduristiyê Eyup Ergen ê di 27'ê Tebaxa 2015'an de li taxa Nûrê hat kukştin û aşokarê ambulansê Şeyhmus Dursun ê di 25'ê Îlona 2015'an de li Elkê hat kuştin û piştgiriya xwe ji bo malbatan dan nîşan