Serhildanên gel li Îranê didomin

  • rojane
  • 13:24 30 Kanûn 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên gel ên li dijî xizanî, betalî û debara jiyanê dewam dikin. Piştî ku hêzên rejîmê êrîşî xwepêşandanan kirin, dirûşmên gel jî radîkal bûn û xwepêşandêran sembolên bingehîn ên dewletê kirin hedef. 

Li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên gel li dijî xizanî û nelirêtiyê her ku diçin mezin dibin. Ji ber êrîşên hêzên rejîmê û gefên rayedarên dewletê, çalakiyên li dijî xizaniyê dest pê kirin veguherîn çalakiyên li dijî despotîzmê. Di roja destpêkê ya çalakiyan de dirûşmên "Ji xizaniyê re Na", "Ji nelirêtî û mirinê re na", "Dest ji Sûriyeyê berde, li xizaniyê binere", "Ji buhabûna jiyanê re Na", "Gel ji nêza dimire, mola bi lîstika Xwedêtiyê dilîzin" dihatin qîrîn. Xwepêşandêr êdî dirûşmên "Bimire Rûhanî", "Bimire Larîcanî", "Mirin ji dîktatoriyê re", "Bila hilweşe Komara Îslamê", "Bila girtiyên siyasî bên berdan", "Mirin ji Hîzbûllahê re" diqîrin.
 
IRAN WEKÎ FÎTNE NÎŞAN DAN
 
Di daxuyaniyên rayedarên Îranê de bi giştî qala "hêzên derve", "fitne" û "hewl didin me parçe bikin, tevlîheviya navxweyî derxîne" tê kirin. Lê belê di daxuyaniyên alîgirê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û alîgirên otorîteya olî ya Îranê Alî Xameney de peyamên cuda tên dayin.
Alîkarê Rûhanî Îshak Cîhangîrî îdîa kir ku li pişt çalakiyan "destên veşartî" hene, lê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku Îran bi îzolekirina xwe ji cîhana derve nikare li ser piyan bimîne. Cîhangîrî got, "Destên veşartî hene û îtirazên heyî tevdidin. Pirsgirêkên aboriyê dikin bahane. Lê belê di rastiyê de tiştekî cuda li pişt van bûyeran heye. Divê em wan nas bikin. Eger ev yek veguhere tevgere civakî ya ji kontrolê derketiye, her kes wê zerarê bibîne. Dûyê vî agirî wê bikeve çavê her kesî."
 
Cîhangîrî, destnişan kir ku hêzên cuda yên li nava olîgarşiya dewleta Îranê hene û wiha axivî: "Hinek dixwazin hêviya navbera gel û rejîmê bişikîne. Rast e, sîstema heyî ya siyasî gelekî bi pirsgirêk e. Ji bo em çareser bikin divê em hev fêhm bikin û çareseriyeke hevpar peyda bikin. Pêwendiya vê rewşê bi sîstema navneteweyî re heye. Nabe ku em welatê xwe ji cîhana derve qut bikin. Ti welat, ku Komara Îslamî jî be, bi înzîwayê nikare bijî."
 
MÛTEHERÎ: GENDELÎ Û PERÇEBÛN GEFAN DIXWE
 
Alîkarê Serokê Meclîsa Îranê Alî Mûteherî jî destnîşan kir ku garantiya dewamiya rejîma Îranê ya ji her alî ve bi dilê wan e, nîne. Mûteherî got, "Rewşa niha ya Îranê dişibe dema beriya derketina Îslamiyetê. Sê tişt hene ku gefê li Îranê dixwin: Gefên navxweyî, gendelî û parçebûna civakî."
 
PASDARAN: BÊHNA FITNEYÊ TÊ
 
Artêşa Îranê Pasdaran jî ku yekser bi Xamaney ve girêdayî ye, gef li çalakgeran xwar. Di daxuyaniya Pasdaran de hat gotin, "Hinek hene dixwazin fitneyê derxînin. Hinek bi bandora propaganda Amerîka û Îsraîlê dixwazin civakê parçe bikin. Hin sazî tedbîran nagirin. Bêhna fitneyeke nû tê. Ev gefek e. Em her tevgera dijmin tespît dikin. Di çarçoveya perspektîfa rêberê xwe de, em bi ser wan ve diçin û nahêlin ku welatê me zerarê bibîne."

Sernavên din

02/01/2018
13:51 Dadgehê 18 meh ceza li Tugluk birî
13:34 Serbijîşkiyê der barê sosreta HIVê de daxuyanî da
13:29 Her êrîşa rejîmê zêde dibe çalakiyên xwepêşandanan jî mezin dibe
13:06 Tirkiye di êrîşa Efrînê de dê bi tenê bimîne
12:36 Parêzerên Ocalan ji bo hevditinê daxwazname dan dozgeriyê
12:16 Parêzerê Yurdakul ê li girtîgehê hat kuştin: Bi taybet kawîşa C3 hatiye avakirin
11:54 'Pergala zilam jinên serkeftî bi taloke dibîne'
11:25 Şanoya Bajêr a Amedê vê mehê bi bernameyek têr û tije tê
11:18 Bêcezahiştin bi KHK’ê fermî kirin
11:11 Jêrzemînên Cizîrê: Agahiyên di dosyeya lêpirsînê de guman zêde kirin
11:00 Serhildana li Îranê didome: 5 kes hatin kuştin
10:34 Xwezaya Bestayê talan dikin
10:17 Dayika Pakîze Nayir a hat kuştin têkoşîna keça xwe didomîne
10:08 'Yek tîp bi berxwedanê têk diçe'
09:26 Kenes: Pêkanîna cilên yek tîpî li kolanan tê şikandin
09:25 Qeyûm piştî erseyan dikanan jî difiroşe
09:23 Mexdûrên 12'ê îlonê: Divê li derve jî rêxistinê xurt bikin
09:22 Ji kesên li pêş cemaetê nimêja Înê kirine ceza tê xwestin
09:21 Navê Yilmaz Guney heye, lê eywana sînemayê tune ye
09:20 OHP: Em ê têkildarî Goristana Xerzanê serî li saziyên navnetewî bidin
09:19 Li vê dibistanê bêyî bedêl dersa futbolê tê dayîn
09:19 'Bila jin ji bo îdealên xwe bixebitin'
09:18 Kampa Terolarê ne demborî ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2018'AN
01/01/2018
16:02 Odeya Tabîban a Amedê têkildarî skandala HÎV'ê dest bi lepirsînê kir
15:44 Stranbêjê Koma Dengê Amarayê hat girtin
15:13 Îdianameya bi çêr amade kirin!
14:35 Di sala nû de dîsa mudaxaleyî Yukselê kirin û 3 kes binçav kirin
14:06 KJAR: Alîgirê azadiyê divê di agirê serhildanê de cih bigirin
13:15 Xelas bû û xelas nebû
12:28 Sêvê Demîr: Divê em rojekê jî dereng nemînin
11:58 Bila bibe sala bê OHAL û KHK!
10:45 Zarokek li Edene hat girtin
10:39 Hevserokê PYD'ê Hesen: Pergala Bakurê Sûriye çareseriya hemû Rojhilatê Navîn e
10:27 Di sala 2017'an de li Dêrsimê koçberî, şer û binpêkirinên mafan hebûn
10:10 Dozger ji dayikê pirsî: Te çima kurê xwe şand çiyê?
10:09 Karkerên heqê kêm distînin: Birçîbûn kirine qedera karkeran
09:50 ‘Divê ceryan ne ji bo karê ji bo xizmetê be’
09:33 Ekolojîst Barka: Pêdeviyên me bi fikrên Ocalan hene
09:30 Li Pale Hunerê 4 fîlm, şevbûherka helbestê
09:28 NÇM’ê îsal jî salnameya kurdî çap kir
09:27 Her meh 100 girtî nexweş dikevin
09:26 'Divê em yekitiya neteweyî bixin rojeva gel'
09:26 Berxedêrên 12'ê Îlonê: Divê ruhê berxwedanê bê mezinkirin
09:24 Şaredariyê jin ên sirgûn bûn niha kar nabînin
09:23 Dîroknas Hur: KHK'a dawî ji pêkanînên Naziyan xirabtir e
09:23 ‘KHK'a dawî dê şideta li dijî jinan zêde bike'
09:00 Dozger belgeyên 'Zarokên Baş' sûc dît
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2018'AN
31/12/2017
21:32 Çalakiyên li Îranê zêde dibin, rejîmê medyaya civakî rawestand
20:58 Rojnameger Aslan hat berdan
16:39 Arslan: Çareseriya li Tirkiye dawibûna tecrîda li ser Ocalan e
14:59 Rojnameger Aslan ê hat berdan li ser îtirazê hat binçavkirin
14:57 Rejîma Îranê li Banê kolberek kuşt
14:41 Kemalbay: Dibe ku sala 2018'an bibe sala aştî û azadiyê
14:31 TUMTÎS bertek nîşanî heqê kêm da: Milyon mahkûmî birçîbûnê kirin
14:22 ‘Em bi birçîbûnê terbiye nabin’
14:12 Dozger berdana Emîrê DAÎŞ'ê yê Amedê îtîraz kir
13:30 Tuncel: Li Kurdistanê yekîtî li Tirkiye têkoşînê pêş bixin
13:21 'Operasyon ne li gorî hiqûqê, li gorî pêdiviyan tên lidarxistin'
13:21 '11 leşker di êrîşa baregeha leşkarî ya TSK'ê de hatin kuştin
12:15 Kesek astengdar li Maltepê hat kuştin
12:03 Zilamê êrîşa zayendî kir, bûyer ji bîr kiriye!
11:04 Gelên Îranê şev li qadan derbas kir
10:47 Dîroka Sûrê li ser keviran dineqişîne
10:30 Girtiyên Kalkandereyê nayên dermankirin
10:29 Di 'OHAL’ê de şîdeta li hemberî jinan gihişt lûtkeyê
10:27 Serokê Baroya Edenê Kuçuk: Kadroyên ‘Yek darazê' ava dikin
09:57 Malbata zarokê ku polîs kuşt gilî kirin
09:44 30 mehan di yek hucreyê de li dijî cilên yek tîp têkoşiya
09:19 Jin pêşengiya vî gundî dikin
09:18 'Pirsgirêk di pergala ji rengê jinê dûr ketiye de ye'
09:14 Karker bi grevê dikevin sala nû
09:12 'Li girtîgehê binpêkirinên mafan gihaşt asta herî jor'
09:12 Qewimînên li Îranê: Xwepêşandanên herî cidî yên 15 salên dawî ne!
09:11 Qeyûm wêneyên Karapêtê Xaço û Aram Tîgran rakirin
09:10 Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin
09:09 Dîrokzan Aydin: KHK'a dawîn ji ya Geliyê Zîlan talûketir e
09:08 Hunermendên Kurd: Em ê di 2018’an de jî li ber xwe bidin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN
30/12/2017
17:25 Turkdogan: Windakirina di bin çavan de ji nûve dest pê kir
17:12 DAIŞ tarza çalakiyên xwe diguherîne
16:59 Xebatkarên TV10'ê: Malên me bi destê TMSF'ê pêşkêş dikin
16:58 ‘Bedel çi dibe bila bibe em ê aştî û demokrasiyê biparêz in’
15:52 Xwestin Şîmşek serbest bê berdan
15:32 Destê Hevseroka KESK’ê Gezen li pişt wê kelepçe kirin
15:20 'Bila sala 2018'an bibe sala dayik li windayan negerin'
15:10 Arslan: Çi dibe bila bibe dê dawî muhteşem be
15:02 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Amedê de girt
15:02 Rojnamegerê îranî Porgham: Serhildaneke li dijî rejîmê ye
14:51 Li Kolana Yukselê mudaxele: 6 çalakvan binçav kirin
14:39 Baroya Amedê: Rewşa girtiyên Xarpêtê metirsiyan zêde dikin
14:21 Azîz Yural li ser gora xwe hat bibîranîn
14:08 Dayikên Şemiyê: Cihê bêhêviyê tune ye
13:53 Rojava amadekariya Soçî dike
13:37 Nivîskarê sînemayê Gunerbuyuk: Em tiştekî bikin
13:36 Musa Pîroglu: Dewleta OHAL'ê tê avakirin
13:24 Serhildanên gel li Îranê didomin
13:19 Bi strana 'Cizîr' qedexeya li Cizîrê vegot
13:06 Welatiyekî din li Enqereyê bi maşîneya reş hat revandin