MÊRDÎN – Esnaf Bahoz Yavuz ê li ser Geliyê Ava Spî seyrangeh ava kiriye, diyar ku ji ber xebatên Înşata Metalê xwezaya Ava Spî talan dibe û wiha got: “Ji bo du sê kes dewlemend bibin, xweza û geliyê me tê rûxandin. Mixabin dewlet jî çavê xwe ji vê talankirina xwezayê re digire.”
Ji ber tesîsa kevir şikandinê û çêkirina betonê ya Înşata Metalê ku li Geliyê Ava Spî ya di navbera navçeyên Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdînê jiyan anî asta rawestandinê. Geliyê Ava Spî bi ava çemê xwe ruh dide jiyana xwe xwezayê tê nasîn. Xweza û baxçeyên li Ava Spî dîmenek bêhempa yên xweşikbûnê li pey xwe dihêle. Ava Spî 12 mehên salê sûdê dide Mêrdîn û gelek navçe wê. Geliyê Ava Spî ku bi cihê xwe seyranê jî tê nasîn her demsalên havînê ji deh hezaran mirovan re malovaniyê dike.
Li Ava Spî gelek cûreyên nebat û rawiran hene. Ji ber di salên derbasbûyî de li Ava Spî şantiyeya beton û kana keviran vebû û dixebite xwezaya vir zerarek mezin dibîne.
'ŞIKEFT Û GOR RÛXIYAN’
Bahoz Yavuz ê ku bi salan e li seyrangeha wan li Ava Spî heye li dijî rûxandina li Ava Spî bi salan e têkoşîna hiqûqî dide meşandin nerazîbûn nîşanî rûxandina şantiyeye da. Yavuz diyar kir ku ji bo Ava Spî carek din bigîhîje xweza û xweşikbûna xwe ya berê têkoşîna xwe didomîne û bang li raya giştî kir ku ji bo Ava Spî hestiyar tevbigerin. Yavuz got: “Li Geliyê Ava Spî gorên kevnare û şikevtên xweî dîroka hezar salî hebûn. Gelek şikevtên dîrokî bi dînmaîtkirinê hatin tunekirin. Bi heman awayî li qada goristanê jî ji ber xebata şantiyeye hatin rûxandin. Cihên hatin dînamîtkirin mêrga gundiyên derdorê ya hevpar bû. Ji ber talnkirin û rûxandinê cih nema ku sewalên gundiyan lê biçêrin.”
'MASIYÊN AVA SPÎ TUN DIBIN’
Yavûz da zanîn ku ji ber toza ji qada şantiyeyê belav dibe ahengiya xwezayê xera kiriye û wiha dewam kir: “Gelek darên fêkiyan hişk bûn. Ji ber vê talankirinê ji mirovan bigire heta xweza û sewalan bandorek neyînî dibînin. Ekosîstema gelî texrîp dibe. Ava ne paqij ku ji şantiyeyê diherike diherike ser baxçe û zeviyên xelkê. Çemê Çagçagê ku ji gelê diherike ber bi Nisêbînê ve her roja ku diçe ji ber ava kîmyasal a şantiyeye qirêj dibe û ziwa dibe. Wek berê êdî cûreyên masiyan ên li Ava Spî nemane.”
'LI GELÎ SEYRANGEH TUNE DIBIN’
Yavuz destnîşan kir ku her sal bi deh hezaran welatiyên herêmê tên seyrangehên Ava Spî û got: “Ji ber vê rûxandinê wek berê mirov nayên ziyareta Ava Spî. Ev yek jî dibe sedema ku seryangeh û esnafên Ava Spî cihên xwe bigirin. Tesîsên li vir debara bi sedan malbat û hezaran welatî ye.”
‘JI BO DU SÊ KES DEWLEMEND BIBE AVA SPÎ TUNE DIBE’
Yavuz anî ziman ku pêvajoya hiqûqî ya gundiyan ku li dijî firmaya betonê daye destpêkirin di elenyê gundiyan de didome û wiha got: “Ji bo du sê kes dewlemend bibin xweza û geliyê me tê tunekirin. Mixabin dewletê jî vê talankirina xwezayê re çavê xwe girtiye. Rayedarên dewletê rûxandina li Ava Spî ji nedîtî ve tên. Tu kes bertek nîşan nade.”
JI BO AVA SPÎ BANG KIR
Yavuz da zanîn ji bo ku ew pêş li rûxandina li Ava Spî bigirin û raya giştî xwedî lê derbikeve li ser Change.org kampanyaya îmzeyan dest pê kirine û vê bangê kir: “Ez bawerim bi sed hezaran hezkiriyên Ava Spî hene. Em bi hêvî ne ku ev mirov ji bo vir bi hestiyar in. Ji bo xwedî derketin û paratsina Ava Spî, ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin têkoşîna me ya me dest pê kiriye.”