ENQERE - Pêşnûmeya ji bo lêpirsîn û ronîkirina cînayeta Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ji bo Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne ji Meclisê re hatin şandin, Serokê Meclisê red kir û pêşnûme îade kir.
Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Feleknas Uca, di salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de, ji bo ronîkirina kuştinê û lêpirsîna cînayeta Elçî, ji bo Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne, pêşnûme da Meclisê. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku 2 sal bi ser bûyerê re derbas bûye, hêj der barê tu kesî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Pêşnûme bi hincetên sosret îade kirin.
Di hinceta îadekirina pêşnûmeyê de ev bersiv dan: "Ji derveyê peyva di benda yekemîn a di beşa yekemîn a pêşnûmeyê de, peyva di benda yekemîn, sêyemîn û çaremîn de, ji ber ku ne li gorî hêjahiya hukmên tuzuka naxweyî nehatiye şuxulandin, pêvek hatiye îadekirin."
VEGOTINA ELÇÎ SEDEMA ÎADEYÊ YE
Peyvên bûn sedem ku pêşnûme bê îadekirin jî ev in: "Dosyayên kiryarên wan ne diyar bi xetereya demboriyê re rû bi rû bûn. Elçî ji nûve ew zindî kirin, der barê faîlan de dozên cemaweriyê dihatin vekirin, ew şopînerekî bê rawest ê dozên Cemal Temîzoz, Ugur Kaymaz û JÎTEM'ê bû. Bi taybetî di salên 90'î de li gundên Kuşkonar û Koçagi yên Şirnexê di êrîşa hewayî de 33 gundî hatin qetilkirin, bi hewldana Elçî ya bê hempa Tirkiye li DMME'yê mehkûm bû. Ev wekî serkeftineke mezin di dilê raya giştî de cih girt.
Di sala 2015'an de gelek bûyerên pevçûnê di qadên sivîlan de derketibûn pêş û binpêkirinên mafn qewimî bûn. Elçî ji bo balê bikişîne ser vê rewşê, pêşî lê bigire, wekî Serokê Baroya Amedê hewldaneke mezin dabû destpêkirin. Elçî çû Farqîn û Cizîrê û ev herêmên ku mirovên sivîlan zerarek mezin dîtibû, lêkolîn kirin û rapor amade kirin.
Piştî di sala 2015'an de Elçî tev li bernameyeke televîzyonê bû û got ku 'PKK ne rêxistina terorê ye', bi êrîşên nijadperest û faşîs re rû bi rû ma; hat lînçkirin. Her wiha dema li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî texrîbkirina şûnwarên dîrokî derdiket, li ber Mînareya Çar Ling hat qetilkirin."
TUZUKA NAXWEYÎ ÇI DIBÊJE?
Ji ber van peyvên di pêşnûmeyê de derbas dibin, xala 96'an a Tuzuka Navxweyî ya Meclisê hincet hat nîşandan û pêşnûme îade kirin. Di xala eleqedar de ev tişt tê gotin: "Pirs; kurt, bê hincet û beyî ku pêşdîtina kesayetî bidin pêş; divê mijarên tekakesî û jiyana taybet di nava xwe de nehewîne, li ser navê hikumet bi devkî an jî bi nivîskî, ji hêla Serokwezîr an jî wezîrekî ve bi vekirî û der barê mijarê de agahî dikare bê dayîn."
Hêj faîlên cînayeta Elçî nehatine dîtin û mijarên ku bûn sedema îadeyê, tenê têkoşîna hiqûqî ya Elçî hat nîşandan. Tişta balkîş jî ji xwe ev bû. Helwesta Meclisê û hikumetê ya bi vî rengî jî bi zelalî dide nîşan ku dewlet bi tu awayî naxwaze li ser kuştina Elçî raweste.
MA / Hayrî Demîr