EDENE – Li Edeneyê di serde girtina malan de 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin.
Polîsan li Taxa Barbaros a navçeya Seyhanê ya Edeneyê serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malan, bi îdiaya têkildarî çalakiya bombeya deng a li dijî Qereqola Polîsan a Hurriyetê pêk hat Nur A. (18), Veysî B. (18), H.K. (14), R.B. (12) û K.E. (17) hatin binçavkirin.
3 jê zarok 5 kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.