AMED – Parlementerê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmûş ku ji bo yekîtiya netewî ya kurd tev digere got ku heke yekîtiya netewî ya kurd çê bibe, wê ev yek li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê.
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmûş ku di nav koma xebata ji bo peydakirina yekîtiya netewî ya kurd ku ji 20 kesî pêk tê de cih digire, got ku heke yekîtiya netewî ya kurd çê bibe, wê ev yek li Rojhilata Navîn bibe munasebeta aştiyê.
Erdogmûş balê kişand ser girîngiya yekîtiyê û got ku yekîtî mijareke ku tim zîndewariya xwe diparêze û wiha got: “Yekîtî tiştekî bivênevê ye. Gelek bend û astengiyên li pêşberî yekîtiyê bi formula wehdetê dikarin bên derbaskirin. Yekîtiya netewî ya kurd ne ew tişt e ku bi kesan pêk bê, divê her kes di vî warî de bi awayekî berpirsiyar tev bigere.” Erdogmûş balê kişand ser lêkolîna SAMER’ê ya der barê yekîtiya kurd de û got ku kesên tev li lêkolînê bûne di warê yekîtiya kurd de hevfikir in.
Erdogmûş, der barê koma xebatê ya hat avakirin de jî agahî dan û bi bîr xist ku koma hatiye avakirin ji derdorên cuda pêk tê. Erdogmûş ev tişt gotin: “Hin kêmasî derketin holê. Kesên ehlê vî tiştî ne û li vir peywir girtine, di warê desteka ku dê berpêş bikin de kêmasiya munasebetê heye. Çav li vê komê ye ku van munasebatan bi pêş bixe. Her ku ev munasebet zêde bibin wê wêne derkeve holê.”
‘BILA BIBE MUNASEBETA AŞTIYÊ’
Erdogmûş bi lêv kir ku heke yekîtî pêk bê dê bibe munasebeta aştiyê jî û wiha domand: “Niha li welat herî zêde mirov bêriya aştiyê dikin. Wê xebatên ji bo yekîtiyê li tevahiya Rojhilata Navîn jî bibin munasbeta aştiyê. Tenê ne kurd, pêdiviya Rojhilata Navîn jî bi aştiyê heye.” Erdogmûş got ku di vê rêçê de çi bikeve ser milê wan ew ê bikin. Her wiha Erdogmûş destnîşan kir ku di vî warî de kes bi tena serê xwe nikare yekîtiyê pêk bîne.
‘WÊ CIVÎN BIDOMIN’
Erdogmûş got ku civîna dawîn di mahiyeta “pêşgotinê” de bû û wê di civînên din de nîqaşên kûr bên kirin. Her wiha Erdogmûş sedema ku piştî civînê danezana civînê nehat daxuyandin jî wiha vegot: “Ev destpêkek bû û ji bo encamê hîn gelek rê hene.” Erdogmûş got ku wê civînên wan bidomin.