WAN – Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê Mûrat Melet, diyar kir ku sepandina kincên yek tîpî perçeyên ji projeyeke plankirî ne û wiha got: “Ji dêvla ku îktîdara siyasî dersê ji paşerojê bigire dixwaze paşerojê dubare bike.” Hevserokê HDP’a Bajêr Umît Dede jî got ku ew ê li dijî vê sepandinê têbikoşin.
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet ji bo sepandina kincên yek tîpî wiha got: “Ev rewş perçeyên projeyke ku berê hatiye plankirin û sêwirandin û niha gav bi gav tê sepandin. Rewşa Awarte bingeha vê çê dike. Ev sepandin di bin banê Rewşa Awarte de hatiye çêkirin. Kincên yek tîpî jî yek ji vana ye. Dewleta Komara Tirkiyeyê berê jî ev ferzkirina kincên yek tîpî derxistibû holê û ev sepandin di civakê de bûbû cihê şikestinên mezin. Ji dêvla ku îktîdara siyasî dersê ji paşerojê derxîne, dixwaze paşerojê dubare bike.”
‘WÊ ZIRARÊ BIDE DEMOKRASÎ Û AŞTIYA NAVXWEYÎ’
Melet destnîşan kir ku îktîdar dixwaze polîtîkayên berê dubare bike û bi vî awayî hewl dide bi çewisandinê civakê bêdeng bike. Melet got ku hêza gel a li hemberî van sepandinan tev bigere heye û dema bi hesasiyetên civakê bê lîstin dê civak refleksên xwe nîşan bide. Melet bi lêv kir ku dê sepandina kincên yek tîpî zirarê bide demokrasî û aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û wê li derve saziyên civaka sivîl û hin partiyên siyasî vê sepandinê qebûl nekin.
Hevserokê HDP’ê yê Wanê Parêzer Umît Dede jî anî ziman ku ev KHK û madeyên wê derî huqûqê ne û bi KHK’ê sererastkirina tiştekî wisa tê wateya ku Meclîs hatiye rawestandin. Dede destnîşan kir ku ev sepandin li dijî rûmeta mirovan e. Dede bi lêv kir ku ev sepandin li ser biryareke siyasî xwe daye der û wiha got: “Wek tê zanîn demeke dirêj e hikûmet zimanekî ‘yek ziman, yek gel, yek ala’ bi kar tine û ev yek bi awayekî ‘kincên yek tîpî sîrayetî hundur jî kir. Sepandina kincên yek tîpî feraset û hişmendiya îktîdara heyî yan jî pêkhateyên îktîdarê nîşan dide.”
‘WÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI HEMBERÎ VÊ SEPANDINÊ BIDOME’
Dede, destnîşan kir ku AKP hewl dide civakeke li gor feraset û bîrdoziya xwe biafirîne û wan jî heta roja îro li hember vê ferasetê li ber xwe daye û wê ev berxwedana wan bidome. Dede, got ku AKP bi vê sepandinê dixwaze aloziya heyî kûrtir bike û ev tişt gotin: “Kesên vê sepandinê tînin û wê diparêzin vî tiştî baş dizanin. Di serî de wê hevserokên me yên giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlementerên me û hevşaredarên me û rêveberên me yên navçe û bajaran ên girtî vê yekê qebûl nekin û li dijî wê derkevin. Her wiha wê hemû girtiyên şoreşger li dijî vê yekê derkevin. Wê HDP li dijî vê sepandinê derkeve û têkoşîna wê bidome.”